Hêzeke Îsraîlê bi 14 erebeyan ket gundewarê Quneytrayê

Hêzeke Îsraîlê bi 14 erebeyên leşkerî ket gundê Semedaniyê yê Qunetrayê û bi ser dibistanê de girt.

Hêzeke Îsraîlê bi 14 erebeyan ket gundewarê Quneytrayê
7 mijdar, 2026   21:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR‘ê, hêzeke Îsraîlê bi 14 erebeyên leşkerî ket gundê Semedaniyê yê rojavayê Qunetrayê. 

SOHR‘ê destnîşan kir ku hêza derbasî gund bû, bi ser dibistana gund de girt û deryên wê şikandin. Der barê vê sedema ketina dibistanê û dema ku lê mayî de agahî nehatin belavkirin.

Di nava rojê de jî hêzên Îsraîlê ku li herêma Ruqadê ya gundewarên Derayê bi cih bû, bi tankan derdora gundê Cumlê yê Derayê topbaran kir.

(bb)