Li gelek bajarên Bakûr berxwedana Rojava hate silavkirin

Li dijî êrişên li hember Rojava li Îdir Mûş, Mêrdîn û Colemêrgê bi çalakiyên cihê reng berxwedana li Rojava hat silavkirin.

 Li gelek bajarên Bakûr berxwedana Rojava hate silavkirin
28 ÇILE, 2026   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Bakûrê Kurdistanê taybet jî bajar û navçeyên Serhedê êrişên li hemberî Rojava bi çalakiyên cûda şermezar kir. 

ÎDİR 

Li Îdirê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrîşên li ser Rojava meş hat lidarxistin. Di meşa ku ji Cadeya Cûmhûriyet heya Bîrdariya Mûsa Anter dom kir de, Parlamentera Agiriyê ya DEM Partiyê Nejla Demîr û Parlamenterê Îdirê Yilmaz Hun jî di nav de, bi sedan kes beşdarî meşê bûn.

Di meşê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin û pankarta “Rojava xeta me ya sor e” hate hildan.

Nejla Demîr axivî û diyar kir ku divê deriyên sînor bên vekirin û alîkarî bigihije Kobanê.

Yilmaz Hun jî bang kir ku êrîşên li ser Rojava bên sekinandin û piştevanî were mezinkirin.

Meş piştî daxuyaniyê bi dawî bû.

MÛŞ 

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li Mûşê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de parlamentera DEM Partiyê Sumeyya Boz axivî û bal kişand ser êrişên destkeftiyên Gelê kurd. Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû. 

Girseya ku tevlî civînê bûn dûrê ber bi Qada Kobanê ve meş li dar xist. Di meşê de “Bijî berxwedana Rojava”, "Rojava rûmeta gelê Kurd e" hat berzkirin. Di meşê de jî parlamenter Sumeyye Boz axivî û bal kişand ser berxwedana Gelê Kurd.

Piştî axaftinan meş bi dirûşmeyan bi dawî bû. 

Li Rojava, li dijî birîna keziyên şervana YPJ’ê ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve, bertek didomin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê li dijî vê bertek nîşan dan û bi stran, tilîlî û dirûşman ve çalakiya kezî honandinê li dar xistin.  

Dayikên Aştiyê ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Geverê civiyan, bi rengên kesk, sor û zer ve porên jinên ciwan honandin. Keziyên ku bi klaman ve hatin honandin, diyariyê şervanên YPJ’ê hatin kirin. 

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Rojava” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.

MÊRDÎN

Li dijî êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê, li Taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê daxuyanî hate dayin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Artûklûyê Mehmet Bîngul di daxuyaniyê de axivî.

Bîngul, diyar kir ku heta gelê Rojava azad dibe dê çalakiyên xwe berdewam bikin

Daxuyanî, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.

COLEMÊRG

Li Rojava, li dijî birîna keziyên şervana YPJ’ê ji aliyê çeteyên Hikûmeta Demkî, yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bertek didomin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya navçeya Gevera Colemêrgê li dijî vê sûcên şer bertek nîşan dan.

Dayikên Aştiyê ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Geverê civiyan, bi rengên kesk, sor û zer ve porên jinên ciwan honandin. Keziyên ku bi klaman ve hatin honandin, diyariyê şervanên YPJ’ê hatin kirin. 

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Rojava” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.