Li gundekî Siwêdayê zêdetirî 125 dar hatin birîn

Li gundê El Mecîr ê Siwêdayê baxçeyek hat xirabkirin û zêdetirî 125 darên fistiqan hatin birîn.

Li gundekî Siwêdayê zêdetirî 125 dar hatin birîn
28 ÇILE, 2026   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê El Mecîr ê başûrê rojavayê Siwêdayê baxçeyê şêniyê bi navê Meyeser Merdas hat xirabkirin û bi kêmanî 125 darên fistiqan ên jorî 30 saliyê hatin birîn.

Merdas der barê mijarê de agahî da medyaya xwecih û anî ziman ku komeke bedewî yên ji herêma Wadî El Zêd li pişt birîna daran e û got ji ber êrişên domdar cotkar zehmetiyan di xwegihandina nava zeviyên li beramberî Derayê de dikişînin, wê komê jî sûd ji vê yekê girt û baxçe xirab kir.

Herêma navbera Dera û gundewarên Siwêdayê bi navê Zuqaq tê naskirin. Di demên dawîn de gelek caran pevçûn di navbera cotkaran û bedewiyan de ku gelî ji bo çêrandinê bi kar tînin, pevçûn derketin. Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin.

(b)