Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re bi dawî bû. Hevdîtin 2 saet û nîvan domiya. 

Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
6 tîrmeh, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), beriya hefteya ku tê payîn têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd geşedanên krîtîk biqewimin, li Girava Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. 

Di şandeyê de Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol cih digirtin. Hevdîtina şandeyê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re bi dawî bû. Hevdîtin, 2 saet û nîvan domiya.

 Tê payin ku  Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke dîrokî bide û piştre jî şande bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re bicive. Her wiha, li bendê ye ku PKK li Herêma Federe ya Kurdistanê di çarçoveya banga Rêber Abdullah Ocalan de torena berdana çekan li dar bixe.

 Ji endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Ozgur Faîk Erol herî dawî di 18’ê Gulanê de çûbûn Girava Îmraliyê û hevdîtin kiribûn.  Rêber Adullah Ocalan, bi rêya şandeyê daxuyanî dabû û gotibû ku pêdivî bi peymaneke civakî ya nû heye.

 Ji roja nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd dest pê kirin heta niha, Şandeya Îmraliyê 6 caran çû Girava Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.