Li Ewropayê pêlek nû ya gefên bombeyî

Rayedarên Ewropî ragihandku pêleke gefên bombeyî yên derewîn, geştên hewayî û saziyên medyayê kirine armanc û bûne sedema têkçûneke berfireh.

Li Ewropayê pêlek nû ya gefên bombeyî
6 mijdar, 2026   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hejmarek dewletên Ewropayê pêleke nû ya gefên hebûna bombeyan bi dehan geştên hewayî û saziyên medyayê kirine armanc. Wê jî hişt ku hejmarek balafir rêveçûna xwe biguherin û navendên çapemeniyê yên Ireland û Britanyayên werin valakirin.

Aliyê ku navê “Çekdarên Dewleta Mêran” li xwe kiriye hin gef girtin ser xwe, lê rayedaran hîna girêdana wê bi tu aliyeke naskirî re piştrast nekiriye

Desteyên balafir û ewlehiyê li hejmarek dewletan di nav de Fransa, Çek, Danîmark, Bulgaristan û Macaristanê ragihand ku tedbîrên pêşîlêgir girtine, wekî şandina balafirên şer ên leşkerî ji bo hevrêtîkirina balafiran geştan û guhertina rêya hin geştên asîmanî. Paşê hat diyarkirin ku hemû hişyarî derew derketin û tu teqemenî nehatin dîtin.

(f)