‘Axaftina li ser belavbûna leşkerî li Siûdiyê hîna zû ye’

Rayedarên Sûriyeyî û Siûdî rahênanên ewlehî û parastin ên hevbeş, lihevkirina hevkariyê ya girîngiyê dide perwerde û pevguhertina pisporiyan û jinûve sazûmankirina hêzên Sûriyeyê aşkera kirin.

‘Axaftina li ser belavbûna leşkerî li Siûdiyê hîna zû ye’
6 mijdar, 2026   21:25
 NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomatekî Sûriyeyî yê payebilidn û rayedarekî Siûdî ji Reutersê re aşkera kir ku di navbera Şam û Riyadê de di vê qonaxa heyî lihevkirineke hevkariyê ya parastinê heye û girîngiyê dide perewrde, pevguhertina pisporiyan û piştevaniya şêwirmendiyê.

Reutersê ku agahiyên xwe dispêre dîplomatê Sûriyeyî da zanîn ku axaftina li ser belavbûna leşkerî ya Sûriyeyê li Siûdiyê di vê qonaxa heyî de hîna zû ye, her wiha destnîşan kir ku lihevkirin piştevaniya şêwirê, perewrde û pevguhertina pisporiyan dihewîne û dibe ku di siberojê de bibe hevkariya berfireh weke lihevkirina Mekayê.

Dîplomat diyar kir ku pêşiniyên Sûriyeyê yên heyî girîngiyê dide ewlehiya hundirîn, parastina sînor û jinûve avakirinê.

Li aliyekî din jî rayedarê Siûdiyê ji Reutersê re got armanca bingehîn ji pevguhertina pisporiyan bi aliyê Sûriyeyê re ji nû ve sazûmankirina hêzên Sûriyeyê ye û hevkarên Sûriyeyî dikarin bi rêya pisporiyên xwe yên şerê li dijî milîsan alîkariya Siûdiyê bikin.

Rayedar destnîşan kir ku rahênanên hevbeş di navbera her du welatan de di warên ewlehî û parastinê de.

(f)