Li Endonezyayê ferîbotek binav bû: 4 kes mirin

Duh êvarî li girava Balî ya Endonezyayê, ferîbotek noqî avê bû. Di encamê de 4 kes mirin û 38 kes jî winda ne.

Li Endonezyayê ferîbotek binav bû: 4 kes mirin
3 tîrmeh, 2025   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Endonezyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku şevê din ferîbotek ku 65 kes tê bûn, li nêzî girava Balî noqî avê bûye.

Li gorî daxuyaniyê, di ferîbotê de 53 rêwî, ekîbeke 12 kesan pê dihat û 22 wesayît hebûne.

Polîsê bajarê Banyuwangi yê li rojhilatê Javayê ragihand ku 23 kes hatine rizgarkirin, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, her wiha 38 kes jî hîna winda ne.

Di Adara îsal de jî keştiyek li nêzî girava Baliyê noqî avê bûbû û di encamê de jineke awistralyayî miribû û çend kesên din jî birîndar bûbûn.

(bb)