Li Xezayê 63 kesên din hatin kuştin

Ji berbanga îro ve 63 kes di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de hatin kuştin.

Li Xezayê 63 kesên din hatin kuştin
3 tîrmeh, 2025   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, ji berbanga îro ve di êrişên Îsraîlê yên Ii ser Xezayê de 63 kes hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, diyar kir ku ji kuştiyan 28 kes li benda alîkariyên mirovî bûn.

Navenda Ragihandinê ya Filistînê jî diyar kir ku "Hêzên dagirker li dibistana Mistefa Hazfir a li rojavayê Xezayê ku koçber lê dimînin, komkujî kir. Di encamê de 13 kes hatine kuştin."

Navendê her wiha aşkera kir ku di êrişeke din a li dijî kampa Mewasî ya li Xan Yûnisê de 8 welatî hatin kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn. Her wiha destnîşan kir ku di bombebarana li nêzî eniya Netzarîmê ya li başûrê bajarê Xezayê de 6 kes ku li benda wergirtina alîkariyan bûn, hatin kuştin.

Li gorî heman navendê, artêşa Îsraîlê Çerxerêya Beyt Lahiya jî topbaran kir û di encamê de 3 kes hatin kuştin. Her wiha aşkera kir ku di êrişa li devera Cîbalya ya bakurê Xezayê de jî 3 kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneya Serayayê.

Hate zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî taxa Mecayîda ya kampa Mewasî de 3 kes hatin kuştin û hin kes jî birîndar bûn.

(bb)