Li Dirbêsiyê û Zirganê gel derket xwepêşandanan

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê û Zirganê bi xwepêşandanan daxwaza başkirina rewşa jiyanî, rêgirtina li ber bihabûnê, dabînkirina mazotê û belavkirina wê bi awayekî adilane kir. Di xwepêşandan de banga pêşxistina çavdêriya li ser bazaran hat kirin.

12 tebax, 2026   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember bilindbûna buhayan û kêmbûna sotemeniyê li bajarê Dirbêsiyê û bajarê Zirganê yên herêma Cizîrê xwepêşandan hatin lidarxistin.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê şêniyan bi tevlêbûna endamên saziyên sivîl û meclisan xwepêşandanek orgenîze kir. Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta navenda bajêr domiya.

Di xwepêşandanê de sloganên şermezarkirina rewşa debarê ya nebaş hatin berzkirin. Li navenda bajêr daxuyaniyek ji hêla hevseroka bajêr a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Dîlber Şemo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama bilindbûna domdar a buhayên kel û pelan, bihabûna sotemeniyê, kirêya veguhestin û xizmetguzariyê de roj bi roj zehmetiyên şêniyan girantir dibin.

ZIRGAN

Li bajarê Zirganê jî bi sedan şêniyan xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandanê ji pêşiya Firina Jinan dest pê kir.

Piştî ku xwepêşander gihîştin kolana sereke ya bajêr, endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Semo û endama Rêveberiya Meclisa Bajêr Diyana Mio daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de behsa nebaşbûna rewşa jiyanî û nebûna mazotê li Sûriyeyê hat kirin, hat destnîşankirin ku kêmbûna sotemeniyê bandorê li sektora veguhastinê, çandinî û firinan dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê ji bo rêgirtina li ber bihabûnê rêkarên pêwîst werin girtin.

Xwepêşandan bi daxwaza dabînkirina mazotê û belavkirina wê bi awayekî adilane, cezakirina aliyên ku buhayan li gorî berjewendiyên xwe datînin, bi dawî bû.

(sb)

ANHA