Li Qamişloyê bi boneya Roja Ciwanan semînerek hat lidarxistin

Rêveberiya Çandê ya Parêzgeha Hesekê bi boneya Roja Ciwanan a Navneteweyî bi piştgiriya UNICEF’ê li Navenda Çandê ya Qamişloyê semînerek li dar xist.

Li Qamişloyê bi boneya Roja Ciwanan semînerek hat lidarxistin
Li Qamişloyê bi boneya Roja Ciwanan semînerek hat lidarxistin
Li Qamişloyê bi boneya Roja Ciwanan semînerek hat lidarxistin
Li Qamişloyê bi boneya Roja Ciwanan semînerek hat lidarxistin
12 tebax, 2026   13:59
QAMIŞLO

Îro Rêveberiya Çandê ya Parêzgeha Hesekê bi boneya Roja Ciwanan a Navneteweyî bi piştgiriya rêxistina UNICEF’ê li Navenda Çandê ya Qamişloyê semînerek li dar xist. 

Berî semîner dest pê bike, li ser navê Rêveberiya Çandê Leyla Îbrahîm axivî, Roja Ciwanan a Navneteweyî li beşdaran û hemû ciwanan pîroz kir.

Piştre Dr. Hejar Rustem li ser siberoja ciwanan, guhertin û xwepêşxistinê sermînerek da. Rustem bal kişand ser pêkanîna armancan di pêvajoya ciwantiyê de û got divê ciwan tenê tiştê heyî pêk neynin lê li pey armancên xwe bikevin.

Ciwanan jî diyar kir ku ew ê siberoja xwe bi ked, guhertin, raman û zanebûnê ava bikin.

Çalakiyên bi boneya Roja Ciwanan a Navneteweyî dê heta 14`ê Tebaxê dewam bikin.

(k)

ANHA