Li dijî Tirkiyeyê hevbendiya Îsraîl-Qibris-Yewnanistanê

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis û serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides li Îsraîlê civiyan. Hevdîtin wek peyameke li dijî Enqereyê û armancên wê hate pênasekirin.

Li dijî Tirkiyeyê hevbendiya Îsraîl-Qibris-Yewnanistanê
16 kanûn, 2025   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh (15 Kanûn 2025) pêşwaziya, serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis û serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides kir.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê li ser zimanê rayedaran, ev civîn wek peyameke rasterast ji bo Enqereyê bi nav kir, nemaze ji ber nakokiyên kûr li rojhilatê Deryaya Spî, dosyayên enerjiyê û diyarkirina sînorê deryayî û pêşbaziya herêmî.

Hate diyarkirin ku wezîran rêbazên tevkariya siyasî, ewlehî û aborî nîqaş kirin û cih da pirsgirêkên enerjiyê û parastina ewlehiya herêmê.

Radyoya Kan 11 a Îsraîlê ev hevdîtin wek hemahengiyeke navendî û nêzîkbûneke li hemberî armancên Tirkiyeyê yên li rojhilatê Deryaya Spî bi nav kir. Berpirsên Îsraîlê jî hevdîtin wek "Tiliya di çavê Erdogan de" nirxand.

(b)