Pirgirêka nan li Girê Spî di roja 4`an de didome

Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî, ji ber kêmbûna ard û kontrola çeteyan a li ser firinan, pirsgirêka kêmbûna nan di roja 4`mîn de berdewam dike.

Pirgirêka nan li Girê Spî di roja 4`an de didome
16 kanûn, 2025   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî ragihand ku piştî girtina piraniya firinan li Eyn El Erûs û Sulukê ên girêdayî Girê Spî, li bajêr û gundewarên derdora wê pirgirêka peydakirina nan kûr bûye.

Li gorî çavkaniyan, ev pirsgirêk 4 roj e ji ber rêveberiya nebaş a li firinan û diziya ard, berdewam dike.

Şêniyên Girê Spî ji dema ku di sala 2019`an ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, di şert û mercên jiyanê yên dijwar de dijî, ji ber ku komên çete dest danîne ser binesaziya xizmetguzariyê.

(k)