Berfirehbûna DAIŞ’ê û rewşa Lubnanê mijarên sereke yên rojnameyan bûn

Rojnameyan nivîsî ku DAIŞ`ê bi rêya berfirehbûna xwe li Afrîkaya Rojava hebûna xwe ya cîhanî berfireh dike. Lubnan jî ketiye navbera vebijêrkên dagirkirin û nakokiyên desthilatdariyê. Li Ewropayê jî zimanê leşkerbûnê zêde dibe.

Berfirehbûna DAIŞ’ê û rewşa Lubnanê mijarên sereke yên rojnameyan bûn
16 kanûn, 2025   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê êrişa li dijî hêzên Amerîkayê li bajarê Tedmurê yê Sûriyeyê, zextên li ser Lubnanê û zêdebûna zimanê leşkerî li Ewropaya Rojava nivîsîn. 

‘JI BUNDAI HETA TEDMURÊ… XETEREYA DAIŞ’Ê YA NAVNETEWEYÎ’

Rojnameya El Şerq El Ewset nivîsand ku êrişa li dijî hêzên amerîkî li Tedmurê aliyek nû yê gefa tundraw nîşan dide. Rojnameyê diyar kir ku lêpirsînan aşkera kir sûcdar çekdarekî tenê bû di navbera gelek rêxistinên cuda de digeriya, sûd ji girêdanên îdeolojîk û valahiya ewlehiyê wergirt û karîbû derbasî civînek girtî bibe.

Rojnameyê diyar kir ku DAIŞ berfirehbûna xwe li Afrîkaya Rojava didomîne û hêzê ji nû ve çêdike, di heman demê de hebûna xwe ya cîhanî bi rêya bangeşiya dîjîtal û tevlêkirina takekesî li Ewropa, Awistralyayê û herêmên din, diparêze. Ev yek têkoşîna li dijî wê aloztir dike û ji çareseriyên ewlehiyê yên kevneşopî wêdetir stratejiyeke navneteweyî ya berfireh hewce dike.

‘LUBNAN DI NAVBERA TEVLÊBÛNA SÛRIYEYÊ Û HELWESTA BÊALÎBÛNÊ DE’

Rojnameyên erebî her wiha li ser zextên siyasî û ewlehiyê yên li ser Lubnanê nivîsîn. Rojnameya El Xelîc bal kişand ser "xetereyên hebûnê" yên li ser Lubnanê, di nava de gefên leşkerî yên Îsraîlê û projeyên siyasî yên ku ji ber guherîna berjewendiyên herêmî û navneteweyî ji nû ve derdikevin holê.

Rojnameyê her wiha behsa daxuyaniyên nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack kir, li ser pêşniyara tevlêbûna Lubnanê bi Sûriyeyê re. Rojnameyê da zanîn ku ev pêşniyar nîqaşeke dîrokî ya tevlihev li ser têkiliya di navbera her du welatan de ji nû ve vedike.

Rojnameyê da zanîn ku ev pêşniyar ji hêla civaka Lubnanê ve nayê pejirandin û ji bo kêmkirin arîşeyên hundir û derve, bangên helwesta bêalîbûnê zêde dibin.

‘BANDORA LEŞKERÎKIRINA EWROPÎ LI SER BAŞÛRÊ DERYAYA NAVÎN’

Rojnameya El Ereb a li Londonê destnîşan kir ku zimanê leşkerîkirinê li Ewropaya Rojava zêde bûye. Rojnameyê li ser bandorên neyînî yên vî zimanî leşkerîkirinê li ser başûr û rojhilatê Deryaya Spî hişyarî da.

Rojnameyê diyar kir ku ev çûna Ewropayê ber bi zêdekirina çekan dê li ser hesabê pêşveçûn û çareserkirina krîzên mirovî li deverên wek Xeza, Sûriye, Yemen û Lubnanê, pêk bê. Ev yek dibe egera zêdekirina sedemên koçberî û bêaramiyê û ji bo rejîmên otorîter hincetan peyda dike da ku kontrola xwe ya ewlehiyê xurt bikin.

(k)