'Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêbertî aştî pêk nayê'

Şêniyên navçeya Til Koçer diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aştî pêk nayê û got: "Em ê têkoşînê bidomînin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. "

'Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêbertî aştî pêk nayê'
'Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêbertî aştî pêk nayê'
'Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêbertî aştî pêk nayê'
'Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêbertî aştî pêk nayê'
27 nîsan, 2024   02:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên navçeya Til Koçer a kantona Cizîrê ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir. 

Welatiya bi navê Xewla Mûsa got, tecrîda ev 3 salan ve li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin xaleke reş li eniya tevahî mirovahiyê ye.

Xewla Mûsa bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember Rêber Abdullah Ocalan erkên xwe bi cih bînin. Xewla  soza domandina têkoşîn û berxwedanê nû kir û got: "Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêbertî aştî pêk nayê."

Welatiyê bi navê Salim Hemîd tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan  wekî berdewamiya komploya navneteweyî ku di şexsê wî de li dijî gelan hat pêkanîn, bi nav kir.

Salim destnîşan kir ku wan bi rêya fikrên Rêber Abdullah Ocalan demokrasiya rastîn nas kirine û ji bo parastina xwe ji qirkirin û dagirkeriyê wan hêz ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan girtine.

Salim soza domandina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Welatiya bi navê Dua Esaf diyar kir ku gel êdî xwe li gor fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêxistin dike û got: "Rêbertî hertim piştevanê jinan e da ku azadiya xwe bi dest bixin. Erkê me ew e ku em li qadan bimînin heta azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

 (mh)

ANHA