Keştiya balafirhilgir a Amerîkayê "Abraham Lincoln" gihîşt Rojhilata Navîn

Keştiya balafirhilgir a Amerîkayê gihîşt ava Rojhilata Navîn. Ev gav nîşan dide ku, di demekê de rageşiya bi Îranê re zêde dibe, Amerîka hebûna leşkerî li herêmê xurttir dike.

Keştiya balafirhilgir a Amerîkayê "Abraham Lincoln" gihîşt Rojhilata Navîn
26 ÇILE, 2026   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Amerîkayê ragihand ku keştiya balafirhilgir a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê" USS Abraham Lincoln" derbasî ava Rojhilata Navîn bûye. 

Rayedar ji malpera Al Monitor a Amerîkayê re diyar kir ku keştiya balafirhilgir, ku ji balafirên şer ên ên F/A-18 û balafirên F-35ˊan pêk tê, digel çend keştiyên wêranker, di destpêka vê mehê de ber bi herêmê ve hate veguheztin.

Trump, demeke berê ya vê mehê gelek caran gefên pêkanîna êrişan li dijî hikumeta Îranê, li ser paşxaneya tundiya li dijî xwepêşandanên gel xwaribûn. Lê helwesta Trump a pêkanîna derbeyan nakok bû. Hefteya borî Trump li ser tevgera keştiya balafirhilgirê got, "Dibe ku em neçar nebin bi kar bînin, lê ka em bibînin wê çawa be."

Girêdayê mijarê, fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), Admîral Brad Cooper, di serdaneke dawî de bi rayedarên payebilind ên leşkerî yên Îsraîlê re hevdîtin pêk anî. Her wiha Cooper bi serfermandar, General Eyal Zamir re jî hevdîtinek pêk anîn, lê ev hevdîtine wek"hevdîtina şexsî ya dirêj" bi nav kir.