Li derdora Sirînê êrişa çeteyan hat şikandin, gelek çete hatin kuştin

Şervanên QSD û YPJˊê hewldana êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker li derdora bajarê Sirînê têk bir. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Li derdora Sirînê êrişa çeteyan hat şikandin, gelek çete hatin kuştin
22 ÇILE, 2026   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker hewl da li derdora bajarê Sirînê êrişan pêk bînin, lê şervanên QSD û YPJˊê êriş têk bir, pevçûn derket, gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Çavkanî da zanîn ku şervanan wesayîtek zirxî, 2 motorsiklêt, doçkayek, biswîngek tevî guleyên wê bi dest xistin.

(fr)