Peyama jineke Ereb: Cihê ku rûmet lê tune be nirxê por jî nîn e

Jineke Ereb ku dîmenek parve kiriye, nerazîbûn nîşanî qutkirina keziya şehîdeke YPJ’ê da û got “Cihê ku rûmet lê tune be, nixê por jî nîn e.”

22 ÇILE, 2026   20:51

Jineke Ereb bi dîmenkê ku li ser hesabê xwe yê medyay dîjîtal weşandiye, nerazîbûn nîşanî qutkirina keziya şervaneke YPJ’ê ya şehîd ji aliyê çeteyekî hikumeta demkî ve, nîşan da.

Jina Ereb ku navê wê Şeyma ye, wiha dibêje: "Lêborîna xwe ji te dixwazim xwişka şervan. Lêborînê ji hemû keçên ku bi navê erebtî û îslamê zirar dîtine dixwazim. Tu şervan î, eger te porê xwe piştî şehadetê ji dest dabe jî, tu jiyanê ji dest dane. Ez jineke Ereb û misilman im. Ez lêborîna xwe ji te û ji tevahî keçên Kurd dixwazim. Cihê ku rûmet lê tune be, nirxê por jî nîn e. Lêborînê ji te dixwazim."

(b)