Li Silêmaniyê bi hezaran qîr kir: Bijî Berxwedana Rojava

Bi hezaran welatiyên Silêmaniyê ji bo piştevaniya berxwedana Rojavayê Kurdistanê li qadan in. Xelkê Silêmaniyê bi dirûşmeyan êrişên li ser Rojava şermezar kirin.

22 ÇILE, 2026   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên xelkê Silêmaniyê ji bo piştgirî û piştevaniya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên li ser Rojava, berdewam in.

Di heman çarçoveyê de li ber Baxê Giştî yê li kolana Salim a bajarê Silêmaniyê, meşek girseyî bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate lidarxistin. Bi hezaran kesan bi yek dengî piştevaniya xwe ji gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê dubare kirin.

Xwepêşanderan daxwaz û banga rawestandina êriş û dagirkeriya li ser Rojavayê Kurdistanê kirin. Her wiha tekezî kirin ku hertim wê li gel xwişk û birayên xwe yên Rojava bin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li beramberî êrişên li ser herêmên sivîl û saziyên xizmetgûzariyê bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.

Biryar e di çarçoveya berdewamiya çalakiyên piştevaniyê de, sibe roja îniyê saet 14:30’an de li ber Baxê Giştî xwepêşandanek mezin were lidarxistin.