Hejmara kuştiyên leşkerên DYA‘yê bû 16

Li gorî rayedarên Amerîkayê, piştî kuştina 2 leşkeran li Urdunê hejmara leşkerên Amerîkayê yên di şerê li dijî Îranê de hatine kuştin bû 16.

Hejmara kuştiyên leşkerên DYA‘yê bû 16
19 tîrmeh, 2026   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gotin, piştî kuştina 2 leşkeran li Urdunê, hejmara leşkerên Amerîkayê yên di şerê li dijî Îranê de hatine kuştin bû 16 û hejmara birîndaran jî 420 derbas kir.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duh ragihandibû ku 2 leşkerên wê dema li Urdunê wezîfeya xwe pêk dianîn, di êrişên mûşekên balîstîk û dronan de hatin kuştin û yek jî winda ye.

DYA‘yê ragihand ku pêla 8‘emîn a derbeyên wê yên hewayî yên li dijî Îranê bi dawî bûye. Her wiha destnîşan kir ku armanc ji operasyonên wê lawazkirina şiyana Tehranê ya gefxwarina li ser trafîka tengava Hurmuzê û bersivdayîna êrişên wê yên li ser hêzên Amerîkayê ye.

Serokê DYA‘yê Donald Trump jî careke din gefa hedefkirina binesaziya Îranê, di nav de santralên elektrîkê û piran xwar.

(bb)