Li Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî hene

Li kantona Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî, wekî Girê Leylan, Girê Moza û Girê Terteb, ku dîroka wan vedigere bi hezarên salan hene.

Li Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî hene
Li Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî hene
Li Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî hene
Li Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî hene
Li Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî hene
Li Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî hene
Li Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî hene
Li Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî hene
Li Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî hene
Li Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî hene
Li Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî hene
25 kanûn, 2025   07:30
QAMIŞLO
JÎN HISÊN -RÛŞAN EZEM

Kantona Cizîrê, di warê cihên şûnwarî de, ji deverên herî dewlemend ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li ser xaka wê zêdetirî hezar cihên şûnwarî heye ku vedigerin serdemên kevin. Girên li seranserî kantonê jî wekî gencîneyên wan şûnwaran in ku di nav xwe de şaristaniyên mezin ên li Mezopotamyaya Jorîn û Çemê Xabûrê geş bûne, dihewîne.

NEXŞEYA ŞÛNWARÊN CIZÎRÊ

Li gorî Gerînendetiya Şûnwaran a kantona Cizîrê, li kantonê nêzî hezar û 43 cihên dîrokî hene, piraniya wan girên dîrokî ne, li kêlek wan jî zêdetirî 100 xerabe hene. Hejmara şûnwaran giştî digihîne nêzî 1150 cihî.

Kantona Cizîrê yek ji navendên şaristanî ya herî kevinar e li Sûriyeyê ye û ji bo gelek şandeyên arkeolojîk cîhekî bûye cihê balkişandinê.

 Lê, ji ber faktorên xezayê û kolandina bêserûber zirar bi gelek cihên şûnwarî bûne.

Ji van cihan: Girê Leylan, Girê Moza û Girê Terteb in, her yek ji wan xwedî çîrok û dîrokekê ye.

GIRÊ LEYLAN YEK JI KEVINTIRÎN CIHÊN DÎROKÎ YE

Girê Leylan li başûrê rojavayê bajarê Tirbespiyê ye, yek ji kevintirîn cihên şûnwarî ên herêmê tê hesibandin, ji ber ku tebeqeyên wê yên pêşîn vedigerin nîvê 6 hezar sala berî zayînê.

Kolandinên ku ji hêla şandeyên şûnwarî ve di salên 1980’ê de hatin kirin qesrek mezin, perestgehek û mohrên herî yên silindirî derxistin holê. Ev jî rola wê ya navendekê îdarî ya kevin di çemê Xabûrê de îsbat dike.

GIRÊ MOZA PAYTEXTA HÛRIYAN E ‘’ORKÊŞ’’

Girê Moza ku berê wekî "Orkêş" dihat nasîn, bi qasî 5 kîlometreyan li rojhilatê başûrê bajarê Amûdê ye, û dîroka wê vedigere 3 hezar sala berî zayînê.

Kolandinên li wir di sala 1984’an de ji aliyê şandeyeke şûnwarî ya Amerîkî ve dest pê kirin, li wir qesreke mezin a padîşahî, perestgeheke jorîn û jêrîn, mohrên padîşahî û nivîsên mîxî hatin dîtin, ku rola çandî ya pêşketî ya Hûriyan li bakurê Mezopotamyayê îsbat dikin.

GIRÊ TERTEB CIHÊ STRAJÎK Ê KU ZIRAR DÎTIYE

Girê Terteb yek ji wan girên ku di bin deshilatdariya rejîma berê de bû û ji ber ku demek dirêj veguherîbû xaleke leşkerî, rastî binpêkirinên mezin hatiye. Ev yek jî bûye sedema wêranbûna beşên tebeqeyên arkeolojîk ji ber xendekan.

Gerînendetiyên şûnwarî yên Rêveberiya Xweser li ser amadekirina xebatên ji bo sererastkirin cihên şûnwar û û parastina wan ji faktorên xwezayî û mirovî dixebitin.

XEBATÊN SERERASTKIRIN Û PARASTINÊ

Gerînendetiya Şûnwarî dest bi belgekirina berfireh a deverên şûnwarî û tomarkirina ziraran kiriye, ji bilî berhevkirina perçeyên berê yên ji xaniyên şandeyan hatine dîtin. Nêzî 7 hezar û 200 berhemên dîrokî di depoyên gerînendetiyê de hatine hilanîn.

Gerînendetiyê li ser xebata sererastkirina Muzexaneya Hesekê, ku berê veguherîbû baregeheke leşkerî dixebite. Armanca wê ew e ku di navbera 2000 heya 2500 parçeyên şûnwarî were amadekirin.

SERERASTKIRINA SALANE Û HIŞIYARIYA CIVAKÎ

Ji ber ku piraniya avahiyên dîrokî yên kantona Cizîrê ji kelpîçên heriyê hatine çêkirin, ew zû ji ber şert û mercên hewayê bandor dibin, pêdivî bi nûjenkirina birêkûpêk ên salane heye.

Gerînendete bernameyên hişyariyê yên ku xwendekarên Dibistanan, Meclis û Komînan aramanc digirin, di nav de ders û serdanên meydanî yên cihan, pêk tîne da ku hişmendiya civakê li ser girîngiya parastina mîrata çandî û pêşîgirtina li xerakirin an rakirina axê ji van cihan zêde bike.

PIRSGIRÊKÊN MEYDANÎ Û KÊMBÛNA KARMENDAN

Yek ji pirsgirêkên herî berbiçav ên ku rêveberî pê re rû bi rû dimîne, hejmara kêm a paristvan û çavdêrên gerok e, ji ber ku hejmara wan ji 33 çavdêran derbas nabe, ku her yek ji wan di gerên xwe yên mehane de berpirsiyarê çavdêriya di navbera 30 û 50 deverên arkeolojîk de ye. Ev têrê nake ku çavdêriya zêdetirî hezar deverên li seranserê kantonê belav bûne ewle bike.

Bi rêya van destpêşxerêyan, gerînendete hewl dide ku hejmara paristvanan zêde bike û rola şaredariyan di parastina van deveran û pêşîgirtina li dayîna destûrên avakirinê li nêzîkî girên şûnwarî de çalak bike.

HIŞMENDIYA CIVAKÎ BINGEHA PARASTINÊ YE

Gerînendeteyê diyar kir ku rola civaka herêmî di parastina mîratê de bingehîn e, ji ber ku niştecih, xwendekarên Dibistanê û meclisên herêmî beşdarî parastina deverên şûnwarî û belavkirina çanda mîratê wekî beşek ji nasnameya çandî ya herêmê dibin.

NERÎNA PÊŞEROJÊ

Gerînendeyê Gerînendetiya Şûnwarî yê  kantona Cizîrê Muntesêr Qasim, diyar kir ku armanca sereke ya gerînendetiyê parastina bîra dîrokî ya herêmê ya mayî û sererastkirina cihên zirardîtî bi awayekî ku li gorî nirxa wan a çandî be ye.

Muntesêr da zanîn ku gerînendete li ser xebatên sererastkirina Girên Leylan, Moza û Terteb û sererastkirina Muzexaneya Hesekê kar dike, da ku bibe navendeke çandî ku şaristaniyên herêmê nîşanî nifşên pêşerojê bide.

MÎRATEYEK ÇANDÎ YA BI HEZARAN SALAN VE GIRÊDAYÎ

Di roja îro de kantona Cizîrê yek ji deverên şûnwarî yên herî dewlemend li Rojhilata Navîn e, ji ber ku di bin axa wê de dîroka hezarê salan heye, ji gundên çandiniyê yên destpêkê bigire heya paytextên Keybaniyan yên wekî "Orkêş".

Hewldanên Gerînendetiyê û civaka herêmê bi hêviya parastina bîra şaristanî û şahidiyek ji bo statuya dîrokî ya ku Cizîr di seranserê serdeman de parastiye temsîl dikin.

(ac/fr)

ANHA