Şandeyeke Îsraîlî li Qahîreyê bi şandeyên nevbeynkar re peymana Xezayê nîqaş kir

Şandeyeke Îsraîlî ji bo nîqaşkirina qonaxa duyemîn a peymana Xezayê li Qahîreyê bi şandeyên dewletên nevbeynkar re civiya.

Şandeyeke Îsraîlî li Qahîreyê bi şandeyên nevbeynkar re peymana Xezayê nîqaş kir
24 kanûn, 2025   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Îsraîlî serdana Qahîreyê kir. Endamên şandeyê bi rayedarên payebilind ên welatên navbeynkar re civiya. Şandeyan hewlên vegerandina cenazeyê rehîna dawî ya Îsraîlê ji Xezayê nîqaş kirin.

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku nûnerê Amerîkayê Steve Wittkoff agahî da navbeynkaran - di nav de Qeter, Misir û Tirkiye - ku qonaxa 2'emîn a peymana agirbestê li Şerîda Xezayê wê di destpêka sala nû de, dest pê bike û ev peyam bi rêya navbeynkaran ji Hamasê re jî hatiye ragihandin.

Li gorî Kanala 13ˋan a Îsraîlê, Îsraîl li ser vê rêkeftinê gumanên xwe hene, nemaze ji ber girtina berdewam a cenazeyê rehînek Îsraîlî li Xezayê û têkçûna bêçekkirina Hamasê. Tel Avîv berê ji Washingtonê re diyar kiribû ku pêşveçûna ber bi qonaxa 2'emîn ve girêdayî serbestberdana cenazeyê dawîn ê mayî ye.

(ac/fr)

ANHA