ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-12-2025
25 kanûn, 2025   02:00

Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermen Îmad Teteryan bang li hikumeta veguhêz a Şamê kir ku bi mafên hemû pêkhateyan îtîraf bike û binpêkirinên li dijî wan rawestîne. Teteryan got projeya Rêveberiya Xweser ji bo krîza Sûriyeyê çareseriya herî guncaw e, ji ber ku mafên hemû pêkhate, ol û taîfeyan misoger kirine BI WÊNE Û DÎMEN.

Hevserokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ehmed Yûsif diyar kir ku budçeya sala 2026'an milyarek û 577 milyon dolar e û piraniya wê ji bo pêşxistina binesazî, perwerde, tenduristiyê û enerjiyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolînera Sûriyeyî Dr. Semîra El Mubeyed diyar kir ku rakirina cezayên Qeyser li ser Sûriyeyê temsîla veguherîneke aktîv ji bo rewşa Sûriyeyê nîn e û ne motora pêşketin an jî guhertinê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Di sala 2025’an de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgereke dîplomatîk a çalak bi pêş ket. Di vê çarçoveyê de gelek şandeyan serdana herêmê kir û şandeyên herêmê jî li gelek welatên cîhanê hevdîtin pêk anîn. BI WÊNE

Li kantona Cizîrê zêdetirî hezar cihên şûnwarî, wekî Girê Leylan, Girê Moza û Girê Terteb, ku dîroka wan vedigere bi hezarên salan hene. BI WÊNE Û DÎMEN

Xiristiyanên li Hesekê Rojbûna Îsa Mesîh pîroz dikin, 08.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li kantona Tebqayê civîneke berfireh ji bo şêx û rûspiyên eşîranî siyasetmendar û rewşenbîrên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî tê lidarxistin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Festîvala Wêje ya Kobanê ya 3ˊyemîn a li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dawî dibin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê li akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan a taxa Xiwêran merasîmek ji bo bibîranîna şehîd Sîdar li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN