Li Cindirêsê şehîdên malbata Pêşmerge hatin bibîranîn

Xelkê bajarê Cindirêsê yê Efrînê bi boneya salvegera şehadetê ya 3ˊyemîn şehîdên malbata Pêşmerge ku bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker di şeva Newrozê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Li Cindirêsê şehîdên malbata Pêşmerge hatin bibîranîn
20 adar, 2026   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê şehîdên malbata Pêşmerge ku bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker di şeva Newroza 2023ˊyan de şehîd bûne bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Li ser bersivdana banga malbatê ev çalakî hat organîzekirin. Di çalakiyê de şênî li pêş mala malbata Pêşmerge kom bûn, agirê Newrozê vêxistin û berê xwe da goristana ew her 3 zarokên wan şehîd bûne û ew bi pêxistina mûman bi bîr anîn.

Di şeva Newroza 2023ˊyan de komek çekdarên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, ji ber pêxistina agirê Newrozê, gule berdan xelkê malbata Pêşmerge ya li bajarê Cindirêsê yê Efrînê, di encamê de Nezmî Mihemed Osman (53), Ferehedîn Mihemed Osman (45), Mihemed Ferehedîn Mihemed (19) û Mihemed Mihemed Osman (38) şehîd bûn.

(fr)