Li Qada Keramê ya Siwêdayê agirê Newrozê hat vêxistin

Xelkê Siwêdayê û malbatên Kurd li Qada Keramê ya bajêr agirê Newrozê ku sembola berxwedanê ye vêxist.

Li Qada Keramê ya Siwêdayê agirê Newrozê hat vêxistin
Li Qada Keramê ya Siwêdayê agirê Newrozê hat vêxistin
Li Qada Keramê ya Siwêdayê agirê Newrozê hat vêxistin
Li Qada Keramê ya Siwêdayê agirê Newrozê hat vêxistin
20 adar, 2026   20:48
SIWÊDA

Vê êvarê li Qada Keramê ya bajarê Siwêdayê bi beşdariya malbatên Kurd û şêniyên parêzgehê agirê Newrozê hat vêxistin.

Ev çalakî bi hevkariya Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê di nava atmosfêra şahiyê de ku wateyên hevgirtinê xurt kir pêk hat û hat diyarkirin ku Newroz cejna azadî, vejîn û nûkirina hêviyê ye.

Beşdaran da zanîn ku vêxistina agirê Newrozê li nava Siwêdayê yekitiya vîna gel li hember astengiyan û girêdana pêkhateyên Sûriyeyê bi nirxên mirovî û neteweyî ku Newrozê temsîl dike nîşan dide.

(fr)

ANHA