Li Ceblayê di pevçûnan de 5 kes hatin kuştin

Li gundewarên bajarê Cebla yê Laziqiyê, di navbera hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û komeke çekdar de pevçûnê rû da, di encamê de 5 kes hatin kuştin.

Li Ceblayê di pevçûnan de 5 kes hatin kuştin
24 sibat, 2026   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzî bajarê Cebla yê parêzgeha Laziqiyê, di navbera hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û koma çekdar a bi navê "Seraya El Cewad" de pevçûnê rû da û di encamê de 5 kes hatin kuştin.

Di dema pevçûnê de malek hat topbarankirin, di encamê de 5 kes hatin kuştin, her wiha çend malên li gundên Mezret El Şezrîqa, Tel Hiwêrî û Kankaru wêran bûn.

Li gorî çavkaniyên hikumeta demkî, di pevçûnan de 3 endamên "Seraya El Cewad" û jineke sivîl ku di hundirê mala hatibû topbarankirin de bû, hatin kuştin.

(k)