Siyasetmedar Alinak li dijî dorpêça ser Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

Siyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak, ragihand ku dê li dijî dorpêça ser Kobanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike.

Siyasetmedar Alinak li dijî dorpêça ser Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike
24 sibat, 2026   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Dorpêça hikûmeta demkî ya Suriyeyê, çeteyên DAIŞ û komên girêdayî dewleta Tirk a li ser bajarê Kobanê di roja 35’an de ye, li dijî vê dorpêçê li Bakûrê Kurdistanê bertekên sîyasetmedaran berdewam dike. Siyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak, ragihand ku ji bo rakirina dorpêçê dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike. 

Mahmût Alinak, li pêşiya buroya parêzertiyê ya li navenda bajarê Qersê yê Bakûrê Kurdistanê daxuyanî da û got: “Dorpêça hovane ya li ser Kobanê berdewam e. Ez jî, ji bo ji dengê gelê Kobanê yê dorpêçkirî re bibim dengek, dê sibe dest bi greva birçîbûnê bikim. Li Kobanê zarok birçî ne û di sermayê de ne. Dayik, heta êvarê ser beroşên vala disekinin. Gelê Kobanê, li pêş çavên cîhanê xistin girtîgeheke servekirî û mirovahî hatiye binpêkirin. Mirovatî, bêdeng e, dewlet kor in. Colanî, bi piştgiriya ji dewletan digire zilmê li gelê Kobanê dike. Ez, di nava bêçareyiyeke mezin de me. Dema gelê Kobanê ji serma diricife, ez nikarim li mala xwe ya germ rûnim. Her pariyê nan ê ez dixwim, di qirika min de dimîne. Bêdengiya li hemberî vê neheqiyê, rûmeta min diêşîne. Lewma jî ji bo hîskirina êşa gel û ji bo ji dengê wan re bibim dengek, dest bi greva birçîbûnê dikim. Yên ji bo Kobanê wijdana wan diêşe, bila deng bidin vî dengî.”