‘Em ji destkeftiyên xwe venagerin’

Jinan diyar kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya YPJ`ê bikin û heta bidestxistina mafên xwe têkoşîna xwe di nava şoreşa Rojava de bidomînin. Her wiha gotin divê ji jinên li bajarên din ên Sûriyeyê bindestiyê qebûl nekin.

‘Em ji destkeftiyên xwe venagerin’
24 sibat, 2026   14:15
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Beşdarên meşa piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û parastina destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya li Qamişloyê, nêrînên xwe bi ANHA`yê re parve kirin.

Sîham Remedan diyar kir ku ew wek dayikên Rojava û dayîkên şehîdan bi can û xwîna xwe bi YPJ`ê re ne û dê heta dawiyê piştgiriya YPJ`ê bikin û di nava şoreşa Rojava de jî têkoşîna xwe bidomînin.

Ayîşa Gedro jî got: “Em hatine ji bo em bêjin em bi YPJ`ê re ne, ji bo ku mafên xwe winda nekin û bila YPJ`ê ya me neçe. Em bi hêza jinên di nava şoreşê de bi hêz dibin.”

Botan Ebdulxefûr jî da zanîn ku ew ji bo parastina şoreşa xwe û ji bo ku mafên xwe weke jin di destûra Sûriyeyê de bi dest bixin, derketine qadê û wiha anî ziman: “Divê jinên li bajarên din ên Sûriyeyê bindestiyê qebûl nekin û em wek jinên Kurd qet bindestiyê qebûl nakin. Em ji pey destkeftiyên xwe venagerin.”

(bb)

ANHA