Li Başûr weşana kanalên dijmintiya Kurdan dikin hat qedexekirin

Wezareta Çandê ya Başûrê Kurdistanê weşana kanalên biyanî û Erebî ku piştevaniya komkujiya çeteyan a li ser gelê Rojavayê Kurdistanê dikin, li Başûrê Kurdistanê qedexe kir.

Li Başûr weşana kanalên dijmintiya Kurdan dikin hat qedexekirin
28 ÇILE, 2026   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ji aliyê sazî, rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar û aliyên cuda yên Başûrê Kurdistanê banga qedexekirina weşana kanalên Erebî yên wek Al Jazeera, her du kanalên Al Arabiya û Al Arabiya Al Hadath û kanalên dewleta Tirk hate kirin, Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê weşana kanalên biyanî û Erebî li Herêma Kurdistanê qedexe kir ku piştevaniya komkujiya ji aliyê çeteyan ve li ser gelê Rojavayê Kurdistanê tê kirin, dikin.

Ji ber siyaseta wan a piştgiriya ji sûcên çeteyên DAIŞ’ê, çeteyên dewleta Tirk û çeteyên Colanî yên li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê,  Wezareta Çandê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê weşana kanalên biyanî û Erebî li Herêma Kurdistanê qedexe kir.

Piştî ku kanalên televîzyonê (Al Jazeera, Al Hadas, Al Arabiya û Sharqiya) û kanalên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker piştgirî dan tawanên çeteyên hikumeta demkî ya Şamê, çeteyên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên dijî gelê Kurd, gelek aliyên cuda yên Başûrê Kurdistanê daxwaza girtina weşan û ofîsên van kanalan kirin.

Di vê çarçoveyê de Wezareta Çandê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser daxwaza kesayet, sazî, rêxistin û aliyên cuda yên Herêma Kurdistanê weşana kanalên biyanî û Erebî qedexe kir.