Li Banyasê geştyarî bi paş ketiye

Ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab a li peravên Sûriyeyê û tunebûna saziyên fermî yên geştyariyê, geştyariya li peravê bi paş ketiye. Ev bûye sedema paşketina rewşa jiyanî ya şêniyên li peravê, nexasim ku beşek ji wan debara xwe bi geştyariyê dikin.

Li Banyasê geştyarî bi paş ketiye
6 mijdar, 2025   04:05
TERTÛS

Îsal ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab beşeke mezin a şêniyên bajarê Banyasê û gundewarên wê berovajî salên din, neçûn herêmên peravê yên Sûriyeyê.

Piştî zêdebûna sûcên revandin û kuştinê û paşguhkirina wan ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, tirs ket nava şêniyan. Şêniyan da zanîn ku herî dawî çekdaran bi ser dikana kesê bi navê Îsa Îbrahîm a li bajarê Banyasê de girt û ew piştre kuştî li herêma Burc El Sebî hat dîtin. Her wiha jina bi navê Rîham Zuhêr Îbrahîm jî dema ku berê xwe dida karê xwe yê li taxa Qusûr winda bû û aqûbeta wê heta niha ne diyar e.

Di 2'yê vê Mijdarê de li gundê Erqûb Selmûn ê gundewarê nŞêx Bedir ciwanekî ku şîr difirot ê bi navê Fîras Elî Selmûn winda bû û heta niha tu agahî jê nehatine wergirtin.

Şevbuhêrkên malbetan ên heta serê sibehê yên li ber deryayê, êdî wek bîranîn mane. Şêniyekî bajêr got êdî ew newêrin wekî berê derkevin ber deryayê, nexasim ku dikanên taxa Qusûr êdî saet di 8'ê êvarê de tên girtin.

Rewşa ewlehiyê bandor li derfetên kar jî kir. Bi sedan ciwanên ku li kafeteryayan dixebitîn, êdî niha bê kar mane.

Li hemberî wê, rewşa li bajarê Tertûsê heta astekê baştir e lê dîsa jî tirs serwer e. Nexasim ku li Banyasê hîn şopên komkujiyan ji bîra şêniyan neçûne.

Rûpela Rêveberiya Geştyariyê ya Banyasê ji dema hilweşîna rejîma Esed tu çalakiyên fermî ranegihandin. Her wiha tu amarên fermî yên hejmarên geştiyaran tune ne.

Tevî wê jî, li gorî amarên 2024'an nêzî milyonek geştyar ketine Sûriyeyê, ji wan 894 hezar Ereb û 108 hezar biyanî ne. Tertûs jî yek ji bajarên sereke yên geştiyariya hundirîn e, lê îro vala maye.

(mh)

ANHA