Li bajarên herêma Cizîrê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerdeyê xwepêşandan

Şênî, xwendekar û mamosteyên bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê bi xwepêşandanên girseyî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya girêdayî dayîna 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de, red kir.

3 îlon, 2026   14:32
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê yên herêma Cizîrê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya girêdayî dayîna tenê 3 dersan ji bo zimanê kurdî di hefteyekê de, çalakî li dar xistin.

Di her çar xwepêşandanan de daxuyaniyeke hevbeş hat dayîn.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê xwepêşandanê ji Qada Şehîd Xebat bi tevlêbûneke girseyî ji hêla şêniyên bajar, xwendekar û mamosteyan ve dest pê kir. Xwepêşandêran pankartên “Zimanê me jêdera hêza me ye, em dest jê bernadin”, “Zimanê dayikê xak e”, “Em dixwazin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin” rakirin.

Xwpêşandan li Sûka Navendî ya bajêr rawestiya. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê xwendekarên bajarê Girkê Legê Lovîn Yûsif axivî û da zanîn ku xwendina bi zimanê dayikê mafê xwendekaran e, şoreşa Sûriyeyê ji bo pêkanîna hemû mafê pêkhateyan pêk hat, gelê Kurd jî gelek şehîd dan, ji ber vê yekê nabe ku ziman, çand û mafên gelê Kurd bên înkarkirin.

Lovînê banga rastkirina biryarê kir û da zanîn ku divê zimanê kurdî wek zimanekî fermî li welat bê esasgirtin.

Xwepêşandan bi berzkirina sloganên ji bo naskirina zimanê kurdî bi dawî bû.

ÇILAXA

Xwepêşandanê ji Çerxerêya El Dele dest pê kir û berê xwe da Qada Şehîd Masûm û mîtîngek hate lidarxistin.

DÊRIK

Şênî û mamosteyên zimanê kurdî yên bajarê Dêrikê jî xwepêşandan li dar xist û daxuyanî hat xwendin.

TIRBESPIYÊ

Xwepêşandanê ji pêşiya Rêveberiya Dibistanan a li bajêr dest pê kir û li Çerxerêya Azadî rawestiya. Di xwepêşandanê de sloganên “Zimanê kurdî çand û hebûna me ye”, “Bijî zimanê me” û “Zimanê dayikê giyanê netewbûnê ye” hatin berzkirin.

Daxuyanî ji hêla endama Însiyatîfa Gel a Tirbespiyê Ronahî Ebdulezîz ve hat dayîn.

Di daxuyaniya çalakiyan de hat diyarkirin biryara Wezareta Perwerdeyê ji aliyê zanistî, civakî, demokratîk û hiqûqî ve ne guncaw e, ev 14 sal e li herêma Cizîrê perwerdeya bi zimanê dayikê tê dîtin, biryara hatiye dayîn ne pêkan e, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê gerdûnî ye û tu hêz nikarin mafên gelan ji holê rakin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dehan caran ragihand ku ew mafê gelan biparêze û rêzê li hember hemû pêkhateyan digire û divê li gorî gotina xwe tev bigere.

(sb)

ANHA