Rewşa li bajarê Şehba yê Siwêdayê xerab e

Ji çend rojan ve li bajarê Şehbayê Siwêdayê kehrebe qut e, ji lew re xelkê wê di rewşeke trajedî û xizmetguzarî ya xerab de dijî. Gerînendeyê Nexweşxaneya Wetenî ya Şehbayê hişyarî ji derketina ji xizmetê da.

Rewşa li bajarê Şehba yê Siwêdayê xerab e
27 kanûn, 2025   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî yên Siwêdayê da zanîn ku ji çend rojan ve kehrebe li ser bajarê Şehba yê Siwêdayê û gundewarê wî qut bûye, di encamê de rewşa xizmetguzarî ya bajêr xerab bûye.

Çavkaniyan diyar kir ku ji çend rojan ve tîmên çaksaziyê hewl didin tora kehrebeyê ya gundê Welga tamîr bikin, lê hêzên hikumeta veguhêz wê herêmê kontrol dikin, nahêlin tîm derbas bibin.

Ji ber qutbûna kehrebeyê, av jî qut bûye, li kêlek wê jî sotemeniya cihên peywendî û enternetê xelas bû, bi wê re xizmetên enternet û peywendiyan ji ser bajêr û hejmarek gundewarê wê qut bûn.

Girêdayî wê, çavkaniyên xwecihî da zanîn ku gerînendeyê Nexweşxaneya Wetenî ya Şehbayê hişyarî ji bp rawestîna nexweşxaneyê ya ji ber qutbûna kehrebeyê ji 4 rojan ve, daye.

Li hemberî vê rewşê şêniyên bajêr û civaka sivîl banga destwerdana lezgîn kir, ku vê pirsgirêkê çareser bikin û dorpêçê bi dawî bikin.

(mh/fr)