Meclisa Rêveber a Dêrazorê xebatên xwe yên salekê nirxandin

Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê di civîna xwe ya salane de xebat û destkeftiyên salekê nirxandin û stratejiya sala bê danî.

Meclisa Rêveber a Dêrazorê xebatên xwe yên salekê nirxandin
Meclisa Rêveber a Dêrazorê xebatên xwe yên salekê nirxandin
Meclisa Rêveber a Dêrazorê xebatên xwe yên salekê nirxandin
Meclisa Rêveber a Dêrazorê xebatên xwe yên salekê nirxandin
Meclisa Rêveber a Dêrazorê xebatên xwe yên salekê nirxandin
Meclisa Rêveber a Dêrazorê xebatên xwe yên salekê nirxandin
Meclisa Rêveber a Dêrazorê xebatên xwe yên salekê nirxandin
27 kanûn, 2025   20:01
DÊRAZORÊ

Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de xebat û destkeftiyên salekê hat nirxandin û stratejiya sala bê hat danîn.

Civîn li hola Navenda Çand û Ronakbîriyê ya li herêma Meamil, bi amadebûna cîgirê hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir El Silêman, cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantonê Rehme El Elî, endamên desteyên tenduristî, aborî û çandiniyê, ciwan û werzîşê, nûnerên Odeya Pîşesazî û Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Yasir El Silêman rewşa siyasî nirxand û bal kişand ser girîngiya peymana 10'ê Adarê ya bi armanca entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser bi saziyên dewletê re di çarçoveya vîzyoneke neteweyî ya giştî ku mafên tevahî pêkhateyan misoger bike. El Silêman topbaran û sûcên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.

Rehme El Elî jî rapora xwe xwend. Di raporê de behsa çalakî, rewşa rêxistinî ya saziyan hat kirin. Dûre sînevîzyonek li ser xebatên xizmetguzarî û destkeftiyên deste û komîteyan di salekê de pêk anîne hat pêşandan.

Piştî xwendina raporê, beşdaran nêrînên xwe anî ziman. Di nêrînan de behsa pirsgirêkên xizmetguzarî, weke başkirina dosyaya avê, aktîvkirina rola zimhêr, çavdêrî, parastina mezexêran ji bo dîsplînkirina sûk û dabînkirina pêdiviyên şêniyan hat kirin.

Civîn bi plansaziyekê ji bo sala bê bi dawî bû û wiha ye:

Bicihanîna encamnameyên Konferansa yekemîn a Komînan bi awayekî demildest, li gel balişandina ser aktîvkirina rola komînan.

Sererastkirina îdarî bi rêya pêşxistina sîstema rêxistinî di deste û komîteyan de, bicihanîna prensîba kesê guncaw di cihê guncaw de.

Perwerdekirina bi rêya lidarxistina dewreyên periyodîk ji bo karkeran, da ku asta wan û performansa saziyan were bipêşxistin.

Amadekirina databeseke berfireh ku beşên curbicur bigire nava xwe, da ku di amadekirina planên pêşketina pêşerojê de bibe lêvegereke sereke.

Birêxistinkirina navxweyî bi rêya pabendkirina deste û komîteyan ji bo avakirina pergalên rast ku erk û berpirsiyariyan destnîşan bikin.

Aktîvkirina ragihandin û xurtkirina rola nivîsgehên ragihandinê ji bo misogerkirina zelalkirinê, gihandina wêneya rastîn a kar û kêmkirina belavbûna gotegotan bi rêya ragihandina civakî.

Çavdêriya navxweyî bi rêya nûjenkirina nivîsgehên çavdêriyê yên taybet ji bo her komîteyekê da ku dîsîplîn û zelalî misoger bibe.

Budceya veberhênanê ji bo şopandina pêkanîna budceya 2026'an li gorî qanûna li ser hatiye qebûlkirin, da ku serkeftina projeyan misoger bike.

Anîna kesên jêhatî û balkişandina ser anîna pisporiya zanistî ji bo bilindkirina asta performansa îdarî û teknîkî.

Berdewama darayî bi rêya geşepêdana dahatê û şêwirkirina lêçûnan bi awayekî ku xizmeta berjewendiya giştî bike.

(ac/fr)

ANHA