Lêkolînerekî Misrî: Guhertina rejîma Îranê vebijarkek aloz û dijwar e

Lêkolînerê Misrî Ehmed El Enanî diyar kir ku Îran hemû amûrên xwe bi kar tîne da ku zextê li ser DYAˊyê û hevalbendên wê bike, vebijêrka guhertina rejîma Îranê dijwar û tevlihev e û pêdivî bi hewldanên dirêj û lêçûnek zêde heye.

Lêkolînerekî Misrî: Guhertina rejîma Îranê vebijarkek aloz û dijwar e
5 adar, 2026   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Îran piştî windakirina hejmarek fermandar û kesayetiyên navdar ketiye qonaxek pir hesas, ev yek rê li ber xwediyên biryarê li Tehranê teng dike û wan ber bi vebijarkên berisvê yên xeter ve dibe, ku yan li ser bingeha bilindkirina rewşê ya hesabkirî yan jî li ser berfirehkirina êrişan bi rêya qadên nerasterast ji bo ferzkirina hevkêşeyên nû yên astengkirinê ne.

Bi zêdebûna zextên ku êdî ne tenê bi guhertina tevgerên Îranê ve sînordar in, lê di heman demê de digihîjin hedefgirtina avahiya rejîmê bi xwe jî, bandorên potansiyel derdikevin holê ku bandorê li saziyên dewletê û aramiya herêmê bi tevahî dikin.

VEBIJARKÊN BERSIVDAYÎNA ÎRANÊ

Lêkolînerê Misrî Ehmed El Enanî yê pisporê têkiliyên navneteweyî destnîşan kir ku Îran hewl dide hemû rêbazên berdest bikar bîne da ku berjewendiyên Amerîkî û hevalbendên wê hedef bigire. El Enanî anî ziman ku cewherê bersiva Îranê, ku welatên Kendavê û heta Omanê jî di nav de bûn, tevî rola wê ya navbeynkariyê di navbera Tehran û Washingtonê de, peyamek zelal hildigire: Îran ber bi alozî û hedefgirtina hevalbendên Amarîka ye ve diçe.

El Enanî da zanîn ku armanca vê rêbazê ew e ku bi rêya welatên Kendavê zextê li serokê Amerîkayê bike, ji ber ku Tehran ji têkiliya stratejîk a di navbera van welatan û DYAˊyê de haydar e. Lêkolîner diyar kir ku vebijarkên ji bo bersivekê bi asta aloziyê ve girêdayî ne, nemaze di gel tiştê ku Îran wekî hewldanek Amerîkî-Îsraîlî ji bo guhertina rejîmê dibîne - mijarek ku Tehran wekî şerekî hebûnî dibîne, ne tenê wekî şerekî siyasî.

ZEHMETIYA VEBIJARKA GUHERTINA SÎSTEMÊ

El Enanî rave kir ku guhertina rejîmê li Îranê vebijarkek aloz û dijwar e, ku pêvajoyek dirêj a herî kêm 4 heta 6 mehan hewce dike û divê şiyanên aborî, siyasî û leşkerî yên Îranê werin kêmkirin, li kêlek wê jî divê xebatên rasterast li ser erdê bi rêya piştevaniya opozîsyona navxweyî werin kirin.

Lêkolînerê Misrî got ku ev rêbaz ji bo DYAˊyê lêçûneke zêde dixwaze, di heman demê de dibe ku Îsraîl ji bo şerekî dirêjtir amadetir be, ku ev yek cûdahiyên eşkere yên di navbera her du aliyan de rave dike. Rêveberiya Amerîkî meyla xwe dide siyaseta "şerên brûskê" û zextê dike da ku paşê vegere ser maseya danûstandinan, di heman wextî de Îsraîl li ser bingehên derbekirina rejîmê û amûrên wê yên bandor berdewam dike.

Li gorî lêkolîner, tevî dijwarîya vebijarka guhertina rejîmê jî, êriş dikarin bandorê li dînamîkên rejîma Îranê bikin, hem di asta hevalbend û wekîlan de, hem jî di hundir de, ku rejîm dikare veguhere hebûnek hilweşyayî ger xwepêşandan zêde bibin an opozisyon tevger bike.

SENARYOYÊN GENGAZ

Lêkolînerê Misrî destnîşan kir ku rewş dikare bi 3 senaryoyên sereke ve sînordar be: berdewama aloziyê di asta niha de û piştire bidawîbûna şer, aloziyek berfirehtir û dirêjtir ku bi teslîmbûna Îranê ji daxwazên Amerîkî re û dibe ku destpêkirina êrişên din bi dawî dibe, ya dawî jî hilweşandina rejîma Îranê ye.  Ev yek jî destwerdanek berfireh a bejayî û piştgiriyek rasterast ji bo opozîsyona navxweyî hewce dike.

El Enanî pêkanîna senaryoya 3'emîn dûr dibîne, her wiha şerekî pir dirêj ê westandinê bi dûr dixe, ew dibîne ku êriş ji 30 heta 40 rojî bidome û Îranê biwestîne, piştire jî behsa danûstandinên Amerîkî bi rêbertiyek nû ya Îranê yan jî bi asta 2'emîn a di Pasdarên Îranê de bike, di heman demê de dosyayên mûşekên balîstîk û "milîsan" ji holê radike ji ber ku ew xetên manê yên Tehranê ne.

HUNDIRÊ ÎRANÊ Û DERFETÊN GUHERTINÊ

Di warê hundirîn de, El Enanî da zanîn ku divê hindikahî rewşê pir bi baldarî bişopînin, têkiliyên xwe bi DYAˊyê re bi rê ve bibin û berî ku gavên biryardar bavêjin, rêça bûyeran binirxînin. Ger êrişên derve bi zêdebûna xwepêşandanên navxweyî re hevdem bibin, dibe ku derfetek rastîn derkeve holê ku rewşa siyasî ji nû ve were şekildan.

Li gel wê jî El Enanî anî ziman ku ji hundirê rejîmê ku bi bingehîn li ser tedbîrên ewlehî û tepeserkirinê ye, çi li dijî Kurd, Belûç, Sunnî, yan Erebên Ehwazî be, ti reformên siyasî dernakevin holê. Ew pêşbînî dike ku Îran di serdema pêş de wê tepeserkirinek hîn mezintir û tengkirina desthilata xwe bibîne.

Lêkolînerê Misrî Ehmed El Enanî da zanîn ku her lawaziyek rastîn a ku bandorê li rejîmê dike, digel destwerdana berfirehtir a Amerîkî, dikare ji bo pêkhate û hêzên opozisyonê derfetek dîrokî pêk bîne da ku guhertinek bingehîn di avahiya rejîmê de ji hundir ve çêbikin, her çend ev bi xetereyên mezin ji bo aramiya dewlet û herêmê bilind e.

(ac/fr)

ANHA