‘Divê destkeftiyên jinan di destûra Sûriyeyê de werin garantîkirin’

Jiyan Hesen anî ziman ku divê jin di avakirina civaka demokratîk de cihê xwe bigirin û bi qanûnî destkeftiyên wan ên şoreşa Rojava di destûrê Sûriyeyê de werin parastin.

‘Divê destkeftiyên jinan di destûra Sûriyeyê de werin garantîkirin’
5 adar, 2026   07:40
QAMIŞLO
SILAVA ABDULREHMAN

Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê Jiyan Hesen bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ajansa me re axivî û got: “Deskeftiyên jinan ên li Rojava dive bi qanûnî di destûra Sûriyeyê de werin parastin.” 

Jiyan Hesen di destpêka axaftina xwe de têkoşerên jin ên şehîd bi bîr anîn û got: “Di sedsala 21`emîn de jin tê dikoşin û li ber xwe didin. Em têkoşîna jin li tevahiya cîhanê silav dikin. Şehîdên jin ên têkoşer Roza Luksemburg, Jîna Emînî, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan û hemû şehîdên jin ên bûn sembola têkoşîna ji bo azadiyê, bi bîr tînin. 8`ê Adarê li wan pîroz dikin.”

Jiyan Hesen rewşa jinan a li Rojhilata Navîn nirxand û got: “Li tevahiya cîhanê şer û pevçûn hene, li Rojhilata Navîn jî şer heye û bi lez guhertin çêdibin. Jin di şer û pevçûnên heyî de çawa di şoreşa Rojava de pêşengtî kir wê her tim pêşengtî bike û bibê hêza guhertinê. Di şerê li Rojhilata Navîn diqewimin, jin her tim bedel dide lê dîsa jî jin aştî û ewlehiyê ji bo giştî cîhanê dixwazê.”

Di berdewama axaftina xwe de Jiyan Hesen got hîna jin di hinek civakan de tê girêdan û wiha dewam kir: “Di hinek civakan de hîna di bin navê kevneşopî û çandê de hewl didin ku jinê bi malê ve sînordar bikin. Wê ji mafên wê yên xwendin, kar û civakbuyînê mehrûm dikin. Ew qeyd û zincîrên ku hewl didin jinê pê girê bidin çavkaniya xwe ji sîstemên neteweperest, hişmendiya mêr û polîtîkayên kaptalîzm ên li ser civaka Rojhilata Navîn, digirin. Li beramberî vê yekê jin her tim xwedî helwest e, têdikoşê û li ber xwe didê. Di wextê keziya şervana YPJ`ê qutkirin bi hezaran kezî hûnandin û dengê xwe gihandin tevahiya cîhanê.”

Jiyan Hesen diyar kir ku têkoşîna jinan berdewam e û wiha got: “Têkoşîna jin di hemû zeman û mekanî de berdewam dike. Jin wê her tim li hemberî zehmetî û yên li dijî têkoşîna wê ya azadiyê derdikevin, xwedî helwest be. Şaristaniya demokratîk di cewherê xwe de çanda xwedawenda dayîk e. Ji ber vê yekê wê reng, deng û awazên me yek bin, ew jî azadiya jin û yekitiya wê ya neteweyî ye.”

Jiyan Hesen da zanîn ku hebûna jinan di civakê de aştî, aramî û wekhevî ye û wiha got: “Li ku derê jin hebin, li wir aştî û bextewarî heye. Jin dilxwazên aştî û hezkirinê ne. Ji bo pêkanîna sîstema demokratîk û edaletê tê dikoşin.”

Ji bo deskeftiyên jinan ên di şoreşa Rojava de jî Jiyan Hesen wiha got: “Divê deskeftiyên jin ên şoreşa Rojava û tecrûbeyên wê, qanûnî di destûrê Sûriyeyê de werin garantîkirin. Di hemû saziyên sivîl de jî mafên jinan werin dayîn û parastin.”

Şêwermenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê Jiyan Hesen di dawiyê de got: “Rojava dergûşa şoreşa jinan û herikîna şoreşa keziyan e. Civak bi xwezayê re xwe nas dike û mirov jî bi rêya civakê xwe dinase. Mêr jî bi rêya jinan xwe nas dikin. Divê jin û mêr hev temam bikin û divê rola jinan di avakirina civaka azad û demokratîk de hebe.”

ANHA