‘Hêviya me vegera birûmet a li Efrînê ye’

Li Kobanê 2 malbatên di konan de dijîn, hemû şert û mercên koçberî û dorpêçkirinê tehemul dikin û li benda vegera birûmet a li Efrînê ne.  

‘Hêviya me vegera birûmet a li Efrînê ye’
‘Hêviya me vegera birûmet a li Efrînê ye’
‘Hêviya me vegera birûmet a li Efrînê ye’
‘Hêviya me vegera birûmet a li Efrînê ye’
‘Hêviya me vegera birûmet a li Efrînê ye’
‘Hêviya me vegera birûmet a li Efrînê ye’
‘Hêviya me vegera birûmet a li Efrînê ye’
5 adar, 2026   03:45
KOBANÊ
DICLE EHMED

2 malbatên koçber ku 11 kes in, li nîvê bajarê Kobanê di du konan de dijîn. Piştî komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê 17`ê Çile êrişî Tebqa, Dêrazor û Reqayê kir û heyanî Kobanê hatin, bi sedan malbatên Kurd ji van herêman berê xwe da Kobanê.

Kobanê dorpêçkirî ye û bi sedan malbatên koçber dihewîne. Koçber niha li dibistan, mizgeft û saziyên bajar dijîn. Li kolaneke navenda bajarê Kobanê, 2 malbatan 2 konên biçûk danîne û di bin wan konan de dijîn.

Hacer Abdullah diyar kir ku tenê 2 betanî û doşekên wan hene û wiha got: “Tenê 2 betanî û 2 doşekên me hene, bi wan em xwe ji sermayê diparêzin. Em li ser alîkariya xelkê Kobanê jiyan dikin. Serma û birçîbûnê tehemul dikin heyanî ku em vegerin bajarê xwe Efrînê."

Dayika Hacer Abdullah diyar kir ku ew li bendê ne vegerin welatê xwe û wiha got: “Em gelekî dixwazin vegerin warê xwe Efrîn. Di bin van konên qetiyayî em gelekî zehmetî dibînin. Ne rêxistinên mafên mirovan û ne jî tu aliyên dîtir bi me re bûn alîkar. Em du malbatin û her malbatek tenê du betanî û du doşekên wan hene."

Li ser pirsa ‘dema ku baran dibarê hûn çi dikin?’ Hacerê bi xemgînî bersiv da û got: “Em ji derve agir vêdixin û heyanî baran bisekinê em di bin baranê de li ber agir disekinin."

Feysel Hisên ku bi wan re ye got: “Em li bendê ne ku vegerin warê xwe Efrîn. Em di şert û mercên zehmet re derbas dibin. Xelkê Kobanê gelekî bi me re bûn alîkar. Lê belê em dixwazin vegerin warê xwe. Em dixwazin bi rûmet bijîn, rûmet di ser her tiştî re ye."

Feysel anî ziman ku Kobanê ji 20`ê Çileyê ve di dorpêçê de ye û wiha got: “Hemû rê li ser me hatin qut kirin û em di dorpêçê de ne. Êdî em nema dikarin xwe bighînin mirovên xwe û têkiliya me bi herkesî re qut bûye.”

Hejmara xelkê Kobanê derdora 600 hezarî ye û bi sedan koçber lê dimînin. Ev bûye 42 roj Kobanê di dorpêçê de ye. Xwarin, vexwarin û derman êdî nayên peydakirin û alîkariya rêxistinan gelekî sînordar bû.

Li gorî lihevkirina di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê diviyabû dorpêç li ser Kobanê hatiba rakirin û koçber vegeriyana herêmên xwe. Benda lihevkirinê ya têkildarî vegera koçberan hîna pêk nehatiye.

ANHA