Ji ber lawaziya gihîştina ava Elokê şênî zehmetiyan dibînin

Şêniyên li navenda Til Temirê û başûrê wê dimînin ji ber kêmbûna ava stasyona Elokê zehmetiyan dikişînin. Daîreya Avê jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dixebite.

Ji ber lawaziya gihîştina ava Elokê şênî zehmetiyan dibînin
Ji ber lawaziya gihîştina ava Elokê şênî zehmetiyan dibînin
Ji ber lawaziya gihîştina ava Elokê şênî zehmetiyan dibînin
Ji ber lawaziya gihîştina ava Elokê şênî zehmetiyan dibînin
Ji ber lawaziya gihîştina ava Elokê şênî zehmetiyan dibînin
Ji ber lawaziya gihîştina ava Elokê şênî zehmetiyan dibînin
Ji ber lawaziya gihîştina ava Elokê şênî zehmetiyan dibînin
2 îlon, 2026   06:45
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Ji ber kêmbûna saetên dayîna avê, şêniyên bajarê Til Temirê yê parêzgeha Hesekê gazincan dikin. Ava ku digihêje jî têra ava vexwarinê nake. 

Ji payîza sala 2019`an ve ji ber dagirkirina Serêkaniyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, av li ser herêmên Rêveberiya Xweser hat qutkirin û ev 7 sal e şênî ava xwe ji sehrîcan werdigirin.

Beriya mehekê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê careke din ji stasyona Elok av da bajarê Hesekê û herêmên derdora wê, lê ew av têra vexwarinê ji bo şêniyan nake.

SAETÊN DAYÎNA AVÊ KÊM IN

Ehmed Ziyad ê ji bajarê Til Temir got: “Ji ber lêçûna giran a kirîna ava vexwarinê û şûştinê, dema av ji bo bajar hat dayîn, şênî kêfxweş bûn. Destpêkê av bi awayekî baş digihîşt herêmê, lê herî dawî saetên dayîna avê kêm bûn.”

Ehmed Ziyad wekî şêniyên din her 2-3 rojan carekê ava mala xwe ji sehrîcan werdigire, ev jî barê wî giran dike.

Şêniyê Til Temirê Silêman Xidir dibêje her depoyek hezar lître bi nêzî 50 hezar lîreyên Sûriyeyî tê kirîn û hinek malbat hene di demeke kurt de ji bo kirîna avê gelek pereyan xerc dikin.

Silêman Xidir wiha li axaftina xwe zêde kir: “Av carinan tenê 10 deqe yan zêdetir dimîne, carinan roj derbas dibin av nayê, ev dihêle şênî têra xwe avê wernegirin.”

Daîreya Avê ya Bajarê Til Temir jî diyar kir ku pirsgirêk miqdara dayîna avê û mekanîzmaya belavkirina wê ya ji bo taxên bajêr e û ji bo pirsgirêka heyî xebatên wan hene.

Daîreyê destnîşan kir ku ew torê û belavkirina avê li gorî derfetên heyî dişopîne, ji bo dabînkirina avê ya taxên ku av nagihîjê, bi taybet ên li başûrê bajêr, xebatên wan didomin. Her wiha daîreyê da zanîn ku ji bo başkirina rewşa torên avê û gihandina avê ya ji bo taxên cuda yên bajêr rêkarên wan dewam dikin.

(sb)

ANHA