Kurdên ji Rojava li Başûrê Kurdistanê nayên qebûlkirin
Kurdên ji Rojava çûne Başûrê Kurdistanê diyar kir ku li Başûr ew rûbirûyî dan û standineke ne layîq mane û hatine bikaranîn, ji ber wê nakokiyên mezin bi desthilata li wir re çêbûne û her tim ji aliyê hêzên ewlehiyê ve têne şopandin.

Li Başûrê Kurdistanê rewşeke trajedîk û girêk heye, nemaze kesên di çend salên dawiyê de ji bo kar çûne wir. Şêniyên Kurd pê dihesin ku desthilata li Başûr li hember wan hesasiyeteke mezin çêdike. Ruxmî ku alî û nîşaneyên Tirkan bi serbestî li her derê hene, nemaze li Hewlêr û Dihokê.
2 Kurdên ji Rojava ku ji bo kar çûbûn Başûr, tecrubeya xwe ya li wir ji ajansa me re vegot.
F.S. zewicî ye û kurekî wê heye û ji bajarê Kobanê ye. Nexwest navê xwe aşkera bike ji bo ku li Başûrê Kurdistanê neyê girtin. F.S. sala 2012`an piştî ku şer li dora Şamê dijwartir bûn, ji mala xwe derdikeve û li Kobanê bi cih dibe. Lê di êrişa DAIŞ`ê de sala 2014`an de ji Kobanê derdikeve û li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê heta çend mehan dimîne.
Dûre bi hevjînê xwe re sala 2016`an diçe Sûdanê û li Xartûmê bi cih dibe. Hevjînê wê di kolandina bîran de li Sûdanê heta çend salan kar dike û plan dikin ku li wir bimînin.
Lê 15`ê Nîsana 2023`yan, şer di navbera hêzên hikumetê û piştgiriya lezgîn de dest pê dikin û li gelek bajar û bajarokan belav dibe ku heta niha berdewam e.
Di encamê de F.S. û bi hezaran sûriyeyî dîsa direvin û tê li Kobanê bijîn. Lê ji ber hin şert û mercan, hevjînê wê li Sûdanê dimîne û bi rêwîtiyeke gelek zehmet û dijwar, di çolistana Misir û Sûdanê re derbasî Misirê dibe.
Hevjînê wê biryarê dide ku ji bo kar biçe Başûrê Kurdistanê. Dema digihîje wir, gazî hevjîna xwe dike ku li Kobanê dima, ji bo ku li wir bi cih bibin. Lê girtekên fermî dijwar bûn û lêçûna rêwîtiyê jî biha bû. Ji ber wê F.S. mecbûr bû ku bi qaçaxî derbasî Başûr bibe. Rêwîtiya wê ji Kobanê heta Şamê dûre Tehranê dest pê kir û li wir bi rêya qaçaxçiyan bi 12 kesan re derbasî Iraqê bû.
Rêwîtiyê 9 mehan dewam kir û dawiyê F.S. gihaşt bajarê Silêmaniyê lê dawiya rêwîtiyê bi şok bû. F.S. got: "Rêwîtî dijwar bû. Diçûm dihatim Hewlêr û Silêmaniyê, bi hêvî bûm ku li beşeke welatê xwe ku min timî xeyal dikir biçim wir, rêzgirtinê bibînim."
F.S. gelek caran serî li saziyên hikumetê daye ji bo ku li Başûr bi cih bibe, lê rûbirûyî dan û standineke hişk hatiye.
F.S. ji wan re gotiye: "Ez kurd im ji Kobanê me. Ji ber vê gotinê bi hêrs dibûn. Ez, hevjîn û kurê xwe bi rojan li ser rêyan bûn. Dinya li ser serê me teng bû. Winda û bedbîn bûn. Min ji xwe pirs dikir, çima bi me re wisa dikin. Rê ji Tirkan re vedikin ku bikevin Başûr, lê nahêlin Kurdek li welatê xwe bi cih bibe. Ev pir dijwar e."
F.S. wiha domand: "Bi hincetên nerast Kurdên ji Rojava tawanbar dikin. Bi rêbazên herî pîs wan bi kar tînin. Tenê dema rişwetê didin kefîl, fermandariya ewlehiyê û saziyên din, wê demê dikarin li Başûr bimînin. Dan û standina wisa li bajarên Kurdan mirov gelekî diêşîne. Li her derê al û nîşaneyên Tirkan hene. Ez çûme gelek dewletan lê Başûrê Kurdistanê cihê herî xirab bû."
F.S., hevjîn û kurê wê li maleke kesekî ji Rojava bi cih dibe, lê desthilata Başûr niştecihbûna wê qebûl nake. Ev rewşa gelek Kurdên ji Rojava ye.
M.H. jî ciwanekî Kurd e. Malbata wî ji 30 salî ve li taxa Rikin El Dîn a Şamê dimîne. M.H. ji Zanîngeha Parêzgeriyê ya Şamê derçûye. Ji ber rewşa madî ya dijwar, biryarê dide ku biçe Başûrê Kurdistanê.
M.H. havîna borî çû Hewlêrê û li kar geriya. Lê ajokarekî taksiyê ew radestî ewlehiya li wir kir. Heta hefteyekê bêsebeb di girtîgehê de ma. Lê xistin, tenê ji ber ku got ew ji Kobanê ye. Wî bi dan û standinana li gel PKK û Rêveberiya Xweser tawanbar dikin, ruxmî ku 12 sal e neçûye Rojava.
M.H. piştî ji girtîgehê derdikeve, berê xwe dide xizmên xwe û heta 3 mehan li kar digere, lê nabîne. Li gorî M.H. peydakirina kar li wir nemaze saziyên ewlehiyê Kurdên ji Rojava tengav dikin, gelekî zehmet e. Mehê çend rojan carê di barên çîmento yan jî seramîkê yan jî nobetdarê avahiyan de kar kiriye. Lê ev kar demkî ne û xerca wî dernaxin.
M.H. li herêma Kesnezan a nêzî Hewlêrê li cem kesekî Tirk di veguhastina madeyên avahiyan de kar dike. Lê dema dawa heqê xwe dike yê hezar û 400 dolar, jê re dibêjin belênder çûye Tirkiyeyê û hîna venegeriyaye. Piştî çend hefteyan dîsa diçe ji belênder daxwaza heqê xwe dike, lê nikare û belênder heqê wî dixwe. Ji ber girtekên ewlehiyê gilîkirin jî dijwar e, nemaze ku ji kesên mîna M.H. heq tune ye gilî bike.
M.H. wiha got: "Ez westiyan û bi hêrs bûm. Çawa dibe ciwanekî wekî min bê kar be. Rewşa malbata min xirab e. Ez ê dîn bibim. Min li her derî xist lê kesek kar nade min. Dema min kar kir jî, heqê min dizîn. Ev jî nîjadperestiyeke sosret e. Mafê me li Başûr nîn e. Ji ber wê em zehmetiyên mezin dikişînin."
(şx)
ANHA