Şêniyên Qamişlo û Hesekê: Şewitandina ala kurdî êrişa li ser destkeftiyan e

Şêniyên bajarê Qamişlo û Hesekê bi daxuyaniyan êrişa li ser sembolên kurdî şermezar kir û diyar kir ku tişta ku pêk hat bi daxwaza gurkirina fitne û tevliheviyê hat kirin, ev yek jî gefê li jiyana hevbeş a pêkhateyan dixwe.

Şêniyên Qamişlo û Hesekê: Şewitandina ala kurdî êrişa li ser destkeftiyan e
Şêniyên Qamişlo û Hesekê: Şewitandina ala kurdî êrişa li ser destkeftiyan e
Şêniyên Qamişlo û Hesekê: Şewitandina ala kurdî êrişa li ser destkeftiyan e
Şêniyên Qamişlo û Hesekê: Şewitandina ala kurdî êrişa li ser destkeftiyan e
Şêniyên Qamişlo û Hesekê: Şewitandina ala kurdî êrişa li ser destkeftiyan e
Şêniyên Qamişlo û Hesekê: Şewitandina ala kurdî êrişa li ser destkeftiyan e
Şêniyên Qamişlo û Hesekê: Şewitandina ala kurdî êrişa li ser destkeftiyan e
5 cotmeh, 2026   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê bi beşdariya komîn, meclis û endamên saziyên civaka sivîl ji bo şermezarkirina êrişa li ser sembol û nasnameya gelê Kurd, li Qada Sitî Bas a li taxa El Nasira bi rakirina ala kurdî çalakiyeke protestokirinê li dar xist.

Di çalakiyê de daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla endama rêveberiya Meclisa Taxa Kelasê Leyla Mio û bi zimanê kurdî ji hêla mamosteya zimanê kurdî Jînda Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de xwepêşandan ku di 2`yê Cotmehê de li Hesekê ji hêla çend koman ve pêk hat û gotinên nîjadperest li hemberî gelê Kurd û pêkhateyên din hat şermezarkirin, hat diyarkirin ku tişta ku pêk hat xizmeta dijminên Sûriyeyê dike, rageşî û fitneyê zêde dike û wiha hate gotin: “Ji mafê her kesî ye ku bi awayeke aştiyane daxwazên xwe bîne ziman, lê berevaniya li ber mafê xwe bi dayîna zirarê ji bo nasnameyên pêkhateyên din çênabe.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Çênabe ew daxwaz wekî ku daxwaza gelê Ereb e lê bê nêrandin, ew xwepêşandan li dijî mafê neteweyî û siyasî yê rewa ya gelê Kurd e. Hinek aliyên hundirîn û herêmî hene dixwazin nakokiyên di navbera Kurd-Ereban de kûrtir bikin.”

QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişloyê ji bo şermezarkirina şewitandina ala kurdî û êrişa li ser sembolên neteweyî yên gelê Kurd li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla Zînê Eslan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişa li ser ala kurdî hat redkirin û şermezarkirin, hat diyarkirin ku herêm di qonaxeke dîrokî û hesas re derbas dibe, di 14 salên têkoşînê de, gelê Kurd û Ereb rêveberiyeke hevbeş ava kirin, li dijî DAIŞ`ê derketin û parastina xak, çand û hebûnê kirin.

Însiyatîfê da zanîn ku êrişên li dijî ala kurdî temsîla êrişa li ser Kurd û destkeftiyên şoreşa wê dike, parastina ala kurdî erka hemûyane, her alek pîroziyeke xwe heye, Kurd beşeke sereke ya entegrasyon, avakirina Sûriyeyeke demokratîk û wekhev e.

Di dawiya daxuyaniyê de însiyatîfê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Parêzgeha Hesekê xwest ku bi erka xwe rabe û ala kurdî biparêze, rê nede ku ev êriş dubare bibe.

(sb)

ANHA