ʹJi bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezin bikinʹ

Rûspiyên bajarê Helebê destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan gel li hemberî komplo û planan şiyar kirin. Rûspiyan bang kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan.

ʹJi bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezin bikinʹ
5 îlon, 2024   03:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Ji 25'ê Adara 2021'an ve desthilata Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin ku ji hingê ve hevdîtina wî bi parêzer û malbatê re qedexe kiriye û têkiliya wî bi cîhana derve re qut kiriye.

Şêx Ehmed Qureyşî têkildarî mijarê destnîşan kir ku ji dema revandina Rêber Abdullah Ocalan ve tecrîd didome û got: "Rêbertî girtîgeha xwe kiriye çiraya felsefe û fikrên azad."

Qureyşî diyar kir ku rûspiyên eşîran bi fikrên neteweyî yên Rêber Abdullah Ocalan bandor bûne ku êdî dixwazin wek "rûspiyên biratiya gelan" werin binavkirin.

Qureyşî wiha domand: "Fikrên Rêbertî gel li hember komplo û planên hêzên zordest şiyar kirin. Ew heman hêzên ku peymana Sayks Pîko jî hûnandiye."

Qureyşî bang li gelên ku bi projeya neteweya demokratîk bawer dikin kir ku dakevin qadan û dest bi dest banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

Endama Meclisa Rûspiyan a Helebê û dayika şehîd Bakur Efrîn, Henan Ebdo sûcên derexlaqî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Henan Ebdo diyar kir ku ew bi belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nav civakê de, hewl didin civakê bixin rêya rast û bi rêxistin bikin, nexasim eşîran û wan tev li çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

(mh)

ANHA