Şoreşa Rojava; ji kûrahiya tecrîdê ber bi asoyên pirrengiyê ve

14 sal di ser Şoreşa 19`ê Tîrmehê re derbas bûn. Tecrubeyek didome û sînorê şerê leşkerî derbas kir, şûna şer û pevçûnan projeya civaka demokratîk, birêxistinkirin û hevkariya hemû pêkhateyan bêyî ku werin paşguhkirin, pêşkêş kir. Şoreşê dest bi pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî û qanûnî kiriye.

Şoreşa Rojava; ji kûrahiya tecrîdê ber bi asoyên pirrengiyê ve
Şoreşa Rojava; ji kûrahiya tecrîdê ber bi asoyên pirrengiyê ve
Şoreşa Rojava; ji kûrahiya tecrîdê ber bi asoyên pirrengiyê ve
Şoreşa Rojava; ji kûrahiya tecrîdê ber bi asoyên pirrengiyê ve
Şoreşa Rojava; ji kûrahiya tecrîdê ber bi asoyên pirrengiyê ve
Şoreşa Rojava; ji kûrahiya tecrîdê ber bi asoyên pirrengiyê ve
16 tîrmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
HESEN REMO

Roja 19`ê Tîrmehê anku şoreşa Rojava dikeve 14 saliya xwe. Çirûskên şoreşê roja 19`ê Tîrmeha 2012`an ji bajarê Kobanê dest pê kir û li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bû qonaxeke nû ya dîrokî. Li Sûriyeyê gel derketibû xwepêşandanan û hêzên derve destê xwe dirêjî van xwepêşandanan kiribû. Şoreşa Rojava bi xeta xwe ya 3`yemîn hate naskirin. Şoreş ne tenê tevgerkirineke leşkerî bû ku sîstemê hilweşîne, lê projeyeke fikrî û civakî ya zanebûnê bi pêş dixe, çanda jiyana hevbeş û pirrengiyê ava dike. Şoreş di gelek pêvajoyên serkeftî re derbas bû, çeteyên DAIŞ`ê têk birin, sîstemeke îdarî ku herêmê biparêze, ava kir.

POLÎTÎKAYÊN FAŞÎZMÊ LI DIJÎ GELÊ KURD

Şoreşa Rojava ji ber xwe ve bi pêş neket, li hemberî zilm, faşîzm û polîtîkayên înkar û paşguhkirina gelê Kurd bi pêş ket. Sîstema li Şamê bi taybet di sedsala 20`emîn de, hebûna gelê Kurd înkar dikir.

POLÎTÎKAYA ÎNKARKIRINÊ

Piştî yekitiya Misr û Sûriyeyê sala 1958`an bi navê Komara Erebî ya Yekbûyî di bin serokatiya Cemal Ebdulnasir de bi pêş ket, dest pê kirin polîtîkaya înkarê li ser gelê Kurd bi rê ve birin. Destpêkê qanûna reforma çandiniyê pêk anîn, erdên Kurdan ji wan standin û kirin ser navê dewletê û amadekarî dikirin ku guhertina demokgrafîk çêkin.

Sala 1961`an yekitiya Misr û Sûriyeyê hilweşiya lê dîsa hebûna gelê Kurd înkar kirin û nîjadperestî li pêş bû. Navê Sûriyeyê ji Komara Sûriyeyê veguherî Komara Erebî ya Sûriyeyê di vir de pirrengî înkar kirin û nijadperestî dan pêş.

SERJIMARIYA 1962`YAN

Hikumeta Sûriyeyê sala 1962`yan li parêzgeha Hesekê ku zêdetirî xwe Kurd in, serjimêrî çêkirin, hemwelatîbûna Sûriyeyê ji sed hezaran Kurdan kişandin û di navbera şev û rojekê de Kurd bûn biyanî û bê nasname man. Ji hemû mafên xwe yên sivîl, siyasî û çandî hatin mehrûmkirin.

PLANA KEMBERA EREBÎ

Piştî 8`ê Adarê 1963`yan partiya Baas li Sûriye bû îqtîdar û bi zîhniyeta xwe ya nijadperest sala 1965`an biryara plansaziya `Kembera Erebî` derxist, sala 1973`yan jî ev plansazî pêk anî.

Li parêzgeha Hesekê li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê (sînorê navbera Sûriye û Tirkiyeyê) bi kûrahiya 10-15 km û dirêjahiya 275 km dest danîn ser erdên Kurdan û dan malbatên Ereban. Li Tebqa û Reqayê malbatên ku malên wan di bin ava çemê Firatê de ma derbasî herêma Cizîrê kirin. Armanca hikumetê ew bû ku guhertina dîmografîk pêk bîne. Malbatên Ereb ên ku derbasî Cizîrê kirin, êdî bi navê `Gemer` têne naskirin.

POLÎTÎKAYA BIRÇÎKIRINÊ Û PEYMANA 1998`AN

Sîstema Baas heyanî Lihevkirina Edeneyê (1998) gelê Kurd tengav dikir û di çarçoveya Lehvkirina Edeneyê de êdî biryar dan ku di aliyê ewlekariyê de her du dewlet (Sûriye-Tirkiye) li dijî tevgera Kurdî ya siyasî û qanûnî bi hev re bibin alîkar. Di encama vê peymanê de polîtîka birçîbûnê li hemberî gelê Kurd dane meşandin û bû sedema ku Kurd koçberî Şamê û bajarên mezin ên dîtir ên Sûriyeyê bibin. Di aliyê siyasî û ewlehiyê de jî zexteke mezin li ser Kurdan hebû.

Li hemberî dorpêça aborî û siyasî ya li ser gelê Kurd Îlona sala 2003`yan Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ragihandin. PYD`ê ji bo mafên gelê Kurd dest bi têkoşînê kir û êdî çalakiyên siyasî bi rêxistin kirin, ji ber vê yekê gelê Kurd ê Sûriyeyê tev li PYD`ê bû û xwedî lê derket.

Di heman demê de li dewletên cîranên Sûriyeyê guhertinên jeostratejîk çêbûn. Mînak; sala 2003`yan Iraq ji aliyê Amerîkayê ve hate dagirkirin û sîstema Sedam Hisên hilweşiya. Li Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistana Iraqê) federalî ragihandin û sîstema Baasê ev yek ji bo xwe talûkeyeke mezin nirxand. Di van şert û mercan de li Sûriyeyê sîstema Baasê xwest fitneyê bixe navbera Kurd û Ereban û derbeyekê li gelê Kurd bidin. 12`ê Adarê 2004`an li ser gelê Kurd komkujî pêk anîn. Li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê bi dehan ciwanên Kurd şehîd bûn û bi hezaran hatin girtin. Serhildana Qamişloyê gihaşte hemû bajarên Rojava, taxên Kurdan ên li Heleb û Şamê û gelê Kurd rabû ser xwe.

Ruxmî ku di Serhildana Qamişloyê (2004) de xwîn rijiya lê bû pîvanê birêxistinkirina gel û girêdana gel bi mafên xwe ve. Serhildana Qamişloyê bû bingeha bihara gelan û destpêkirina Şoreşa Rojava. Sloganên azadî, rûmet û edaletê yên sala 2004`an bilind kirin, 15`ê Adarê sala 2011`an li Sûriyeyê vejîn.

SEDEMÊN DESTPÊKIRINA ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ

Dema ku 2011`an li Sûriyeyê tevgerkirin çêbû Kurdên Rojava xwe bi rêxistin kirin. Ev yek çavkaniya xwe ji keda Rêber Abdullah Ocalan ya 20 salan li Sûriye, digire. Rêber Apo pêkhateya Kurd, Ereb, Suryan û Ermen perwerde dikir da ku xwe bi rêxistin bikin. Di encama perwerdeya fikrî de civakeke siyasî ya zana hate avakirin. Êdî vê civakê dikarîbû lîstok û komployên herêmî û navneteweyî bibîne û vala derbixîne. Êdî civakê xwe bi xwe bi rêxistin kir û veşartî saziyên xwe yên sivîl û civakî ava kir.

Dema ku li Sûriye şoreşê dest pê kir ji serhildanên aştiyane dûrketin û tûndî bi kar anîn û li ser iqtîdarê şer kirin. Mûxalifan pişta xwe dan dewletên derve (Tirkiye û Qeter) û bûn piyonê destê wan. Lê Şoreşa Rojava xeta siyem hilbijart û pişta xwe neda aliyên li ser iqtîdarê şer dikin. Di şoreşa Rojava de girîngî dan parastina civakê, zane bikin, dûrî desthilata navendî bin, xwe birêxistin bikin û bingehê rêveberiya xweser deynin.

ÇIRÛSKÊN ŞOREŞÊ JI KOBANÊ DEST PÊ KIR

Havîna sala 2012`an li Sûriyeyê bûyer bi lez pêşketin. Roja 18`ê tîrmehê 2012`an hucreya krîzê ya girêdayî partiya Baas li Şamê hate tesfiyekirin. Ji wê hucreyê dixwest ku Şoreşa Sûriye bişopînê û biperçiqînê. Sîstema leşkerî ya rêjîma Baas hilweşiya û nikarîbûn gundewaran têxin bin kontrolê de. Di heman rojê de (18 tîrmehê) komên çekdar ketin bajarê Cerablus û Babê û dihat gotin ku dê Kobanê jî dagir bikin.

Li hemberî vê xeteriyê gelê Kurd û hêzên xwe yên rêxistinkirî ketin tevgerê de da ku aliyê îdarî û ewlehiyê de herêmên xwe biparêzin. Roja 19`ê Tîrmehê 2012`an Şoreşa Rojava ji bajarê Kobanê dest pê kir û Kobanê ji rejîma Baas rizgar kirin. Piştî Kobanê çirûska Şoreşê li hemû bajarok û bajarên Rojava belav bû. Di heman rojê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate raghandin. YPG`ê hêza leşkerî ya ku hemû pêkhateyên Rojava diparêze.

ALIYÊ FIKRÎ YÊ ŞOREŞÊ

Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne guhertina hêzên leşkerî bû ew Şoreşeke zînhî û fikrî ye. Bi Şoreşa Rojava re têkoşiyan ku feraset û zîhniyeta ku dewleta nijadperest û navendî hilweşînin. Şoreş li ser felsefeya `Neteweya demokratîk` a Rêber Abdullah Ocalan bi rêve çû. Rêgezê wê avakirina civaka exlaqî û polîtîk û derbaskirina nijadperestî û olperestî ye. Li ser bingehê prensîba azadiya jin û parastina ekolojîk bi rêve diçe, hemû pêkhateyên Sûriyeyê (Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen, Çerkes, Ermen) hevbeş bijîn û sîstem ne navendî be. Li tax û gundan komîn ava kirin da ku civak bikarbe xwe bi xwe bi rêve bibe. Her wiha di şoreşê de rolê pêşengtiyê dan jin û ciwanan û li hemû saziyên siyasî, îdarî û leşkerî sîstema hevserokatiyê dan rûniştandin.

AVAKIRINA SÎSTEMA PARASTINA CIVAKÊ

Ji ber rewşa Sûriyeyê û binpêkirinên ku çêbûn sîstema parastinê hate avakirin. 19`ê Tîrmehê 2012`an Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ava kirin, 24`ê Tîrmehê 2012`an Asayîş ava kirin, 4`ê Nîsanê 2013`an Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îlan kirin, tîrmeha 2014`an Hêzên Parastina Cewherî ava kirin. Piştî ku meclisa zagonsaz a Rêveberiya Xweser qanûnê parastina cewherî derxist destpêka 2015`an Hêzên Parastina Cewherî ava kirin. 11 Cotmehê 2015`an QSD`ê hate raghandin.

SÎSTEMA ÎDARÎ Û PÊŞXISTINA TECRUBEYA RÊVEBERIYA XWESER

Li bajarên ku ji sîstema Baasê rizgar bûn sîstema îdarî û xizmetguzariyê ava kirin. Komîteyên civakî û Meclisên herêmî li ser bingehê demokratîk û nenavendî ava kirin. 2012`an Malên Gel li hemû bajaran hatin avakirin. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 6 mehan nîqaş kir û di encamê de biryar dan ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk ava bikin. 21`ê Çile 2014’an li herêma Cizîrê, 27`ê Çile li Kobanê, 29`ê Çile li Efrînê Rêveberiya Xweser hate ragihandin.

Sîstema Rêveberiya Xweser li ser bingeha hevjiyana azad, biratiya gelan, azadixwaziya jinan û parastina ekolojîk hate avakirin.

(np)

ANHA