‘Hikumeta veguhêz pirsgirêkan çareser nake, mezintir dike’

Şêniyên Til Koçer û Çilaxayê li hember biryarên hikumeta veguhêz bertek nîşan dan û got "Hikumet pirsgirêkan çareser nake lê mezintir dike."

‘Hikumeta veguhêz pirsgirêkan çareser nake, mezintir dike’
‘Hikumeta veguhêz pirsgirêkan çareser nake, mezintir dike’
2 îlon, 2026   04:21
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Ji Til Koçber û Çilaxayê şênî ji ANHA`yê re axivîn û pirsgirêkên xwe yên aborî û xizmetguzarî anîn ziman. 

Celal Tahir got: "Pirsgirêka me ya aborî nayê çareserkirin û kûrtir dibe, kel û pel biha ne, bêkarî heye û hikumeta veguhêz hîna fatureyên genim nedane. Em nikarin bi hesanî pêdiviyên xwe pêk bînin. Jixwe mijara pereyên nû yên Sûriyeyê bûye pirsgirêk, pereyên nû li bazarên me nîn in û li ser me ferz dikin ku em pereyên nû bidin. Biryar dane ku em pêdiviyên xwe yên rojane wekî nan bi pereyên nû bigirin, nema mazotê bi pereyên kevn didin ajokar, xwediyên jenerator û firinan. Nan jî biha kirin û ji ber mazot nîn e, elektrîk û kirêya erebeyan jî biha bûye. Li herêmê pirsgirêkeke mezin heye. Hikumeta veguhêz pirsgirêkan çareser nake, mezintir dike. Em daxwaz dikin ku bi lez pêdiviyên me yên rojane pêk bînin."

Hisên Elî Mihemed jî got: "Ez bêkar im û pere di destê min de nîn in ku em xwe xwedî bikin. Nan, mazot û her tişt biha bûye. Hikumet ne li gorî rewşa me biryaran dide, li şûna pirsgirêkên me yên xizmetguzariyê çareser bike, mezintir dike. Em daxwaz dikin ku pirsgirêkên me yên xizmetguzariyê çareser bibin, pereyên nû li bazarên me werin peydakirin û kar were peydakirin."

Ji gundê Elî Axa yê bajarokê Til Koçerê Sedam Hîşam jî axivî û got: "Barê me giran bûye, elektrîk û av têra me nakin, her tişt biha ye û bêkarî heye. Xelkê ji Dêrazorê, Reqayê û Idlibê tînin herêma me û kar li zeviyên petrolê didin wan û em jî bê kar in. Hikumet berpirsyarê van pirsgirêkan e û divê çareser bike."

(np)

ANHA