Arşek Baravî: Dagirkirina ziman, dagirkirina hebûn û çanda gel e

Mamosteyê zimanê Kurdî ku ev 40 sal in li ser zimanê Kurdî lêkolînan dike Arşek Baravî got: “Dema zimanê gelekî tê dagirkirin, dîrok û çanda wî tê dagirkirin. Gel bê ziman tune dibin. Zimanê Kurdî pêşketî ye, zimanê çand, wêje û zanistê ye. Bila kes li ser zimanê me bazarê neke.”

Arşek Baravî: Dagirkirina ziman, dagirkirina hebûn û çanda gel e
2 îlon, 2026   07:52
QAMIŞLO

Bertekên li hemberî biryara hikumeta veguhêz a Şamê ku 3 demjimêr tenê ji zimanê Kurdî re veqetandiye, zêde dibin. 

Mamosteyê zimanê Kurdî ku ev 40 sal in li ser zimanê Kurdî lêkolînan dike Arşek Baravî jî bertek nîşanî vê biryarê da.

Arşek Baravî ji ajansa me re ragihand ku nabe kes li ser zimanê Kurdî bazarê bike.

Arşek Baravî got: “Gelê ku zimanê wî nebe, hebûna w' jî tune ye. Dema hêzên dagirker ziman dagir dikin, ev bi mebest tê kirin. Dema ziman tê dagirkirin, çand û dîrok tê dagirkirin. Ev bi plan e. Dema dijmin digre ser gelekî, destpêkê zimanê wî dagir dike diçewisîne. Kesên ku qala entegreyê dikin, nabe ku zimanê gelekî tune bikin. Ev gav ne yên dostaniyê ne. Ne ji bo jiyanek hevbeş van gavan diavêjin.”

Arşek bertekên gelê Kurd jî kêm dît û wiha axivî: “Ez bang li gelê Kurd dikim. Zimanê xwe binivîsin. Bi zimanê xwe bixwînin û bi zimanê xwe biqîrin. Ji zimanê xwe hez bikin. Ev mafê we ye, dakevin kolanan. Bila serê we bilind be. Bila kesek bi me nelîz e. Divê gel li kolanan bisekine. Ev qas xwîn hat rijandin.”

 Arşek gotinên “zimanê Kurdî ne zimanê zanistê ye” şermezar kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Zimanê me ji zimanê xelkê pêşketîtir e. Zimanê wêjeyê ye, zimanê zanistê ye. Zimanê Kurdî ji yê cîranên me dewlemendtir e. Em zimanê wan dipejirînin, çima ew yê me napejirînin. Ez hêvî ji rayedarên me dikim. Divê destwerdanê bikin û dengê me bigihînin raya giştî.”

(bî)

ANHA