Kurd, Ereb û Suryan: Fikra Rêber Abdullah Ocalan çirûska gelan e

Kurd, Ereb û Suryanên ji Tirbespiyê diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan çirûska hemû gelan in û got banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn.

Kurd, Ereb û Suryan: Fikra Rêber Abdullah Ocalan çirûska gelan e
14 tebax, 2025   03:45
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Di çarçoveya kampanyaya bi navê “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de şêniyên Tirbespiyê ya kantona Cizîrê got banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bi xwe re aştî û aramiyê bîne welêt û diyar kir ku hêviya wan ew e rêberê xwe di nava xwe de bibînin.

Îsa Denho ê ji pêkhateya Suryan, destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe hemû pêkhate li hev civandine.

Denho diyar kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dîrokî û bi rûmet e û got: “Em bi hemû pêkhateyan piştgiriyê didin banga Rêbertî, heta dawiyê em ê li pey fikra wî bin. Hêvî û Omîda me ew ku bi Rêberê xwe re hevdîtinê bikim.”

Ji pêkhateya Ereb Elî El Elawî got pêngava aştiyê dê ji bo her kesî aramiyê bîne, êdî dem ew dem e ku pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogan were çareserkirin.

Elawî di dewama axaftina xwe de da xuyakirin ku Rêber Abdullah Ocalan mafên hemû neteweyan parastine û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Rêber Abdullah Ocalan xwediyê wê fikra dîrokî ye, em dixwazin ku Rêberê me li nav me be. Ez jî wekî her kesî dixwazim bi Rêberê mirovahiyê re hevdîtinê bikim.”

Ji pêkhateya Kurd Rama Tehlo jî got: “Wek jineke ciwan dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim, ji ber ku Rêbertî ji bo jinan gelek ked daye û mafê tevahî jinan daye parastin.”

Ramayê destnîşan kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan a ku ji jinan re hatibû şandin, ji bo wan cihê kêfxweşî û hêviyê bû.

ANHA