Li Hesekê şehîd Nûbar Ozaniyan hate bibîranîn

Dêra Katolîk a Ermenî ya Malbata Pîroz li Hesekê ji bo endamê Partiya Komunîst Nûbar Ozaniyan, bi boneya salvegera 8`emîn a şehadeta wî, merasîmeke bîranînê li dar xist.

13 tebax, 2025   22:07
HESEKÊ

Hêzên Parastinê yên Ermenî û Yekîneyên Parastina Jin ên Ermenî, endamê Partiya Komunîst Nûbar Ozaniyan bi boneya salvegera şehadeta wî ya 8’emîn li Dêra Katolîk a Ermenî ya Malbata Pîroz li Hesekê merasîmeke bîranîn li dar xist.

Endamên Hêzên Parastina Ermenî, Yekîneyên Parastina Jin ên Ermenî, endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk a Ermenî, Konseya Civakî ya Ermenî, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Di merasîmê de metiranê Dêra Ketolîk a Ermenî Grîgor Sanoyan axivî û şehîd Nûbar Ozanyan û fedakariyên ku wî ji bo parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine, bi bîr anîn.

Sanoyan diyar kir ku armanca şehîd Nûbar Ozanyan rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyan û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhatan de, aştî û aramî serwer bibe, bû.

Merasîma bîranînê bi pêxistina mûman bi dawî bû.

Têkoşer Nûbar Ozanyan (Orhan) 14’ê Tebaxa 2017’an, dema ku ji bajarê Serêkaniyê ber bi bajarê Reqayê ve diçû ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê de li wir erkeke leşkerî pêk dianî, şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Nûbar Ozanyan bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet û bi beşdarbûna bi sedan welatiyên kantona Cizîrê li goristana şehîd Xebat a bajarê Dêrikê hatiye oxirkirin.

(ac/şx)

ANHA