Krîza avê jiyana şêniyên Qamişloyê dijwar kiriye

Li çend taxên Qamişloyê pirsgirêka nebûna ava vexwarinê jiyana şêniyan dijwar kiriye. Şênî neçar in ava ku bi kêrî vexwarinê nayê bikirin.

Krîza avê jiyana şêniyên Qamişloyê dijwar kiriye
Krîza avê jiyana şêniyên Qamişloyê dijwar kiriye
Krîza avê jiyana şêniyên Qamişloyê dijwar kiriye
Krîza avê jiyana şêniyên Qamişloyê dijwar kiriye
Krîza avê jiyana şêniyên Qamişloyê dijwar kiriye
Krîza avê jiyana şêniyên Qamişloyê dijwar kiriye
Krîza avê jiyana şêniyên Qamişloyê dijwar kiriye
14 tebax, 2025   07:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Tevî ku gelek soz hatine dayin jî, lê pirsgirêka avê li hin taxên bajarê Qamişlo çareser nebûye. Nebûna avê û germahiya havînê jiyana şêniyan dijwar kiriye.

Şênî neçar in ku avê ji xwediyên tankeran bikirin, lê dibêjin ku ew av biha ye û bi kêrî vexwarin û şûştinê jî nayê.

Li gorî daneyên şaredariyê ava bajar ji 3 çavkaniyên sereke tê: stasyonên Hilêliyê, Iwêca, û Ceqceq û Bendava Sefan ku di saetekê de bi qasî 70 hezar metrekab avê dide. Lê piraniya taxan hîna bê av in.

GILÎ Û GAZINÊN ŞÊNIYAN

Ferîd Mihemed Şêxmûs, li taxa li hember Peymangeha Çandiniyê ya li Qamişlo dijî. Şêxmûs got: "Em 3 meh e bê av in. Dema ku av tê, piraniya niştecihan dînamoyên mezin ku bi nave”dînemoyên diz” tên nasîn, bi kar tînin, lewma av nagihêje hemû malan..”

Şêxmûs balê dikişîne ser belavkirina newekhev: "Taxên ku li kêleka me ne, herikîna avê baş e, lê taxa me bê av e. Em pir caran xwe avê ji bîrên cîranên xwe tînin.”

‘XWEDIYÊN TANKERAN NE LI GORÎ BUHAYÊ ŞAREDARIYÊ AVÊ DIFIROŞIN’

Şêxmûs beha buhayên avê kir: "Buhayê tankerê di navbera 50 û 60  hezar lîreyên Sûriyê de ye û hin xwediyê tankeran ne li gorî bihayê şaredariyê avê difroşin. "

‘AV BI ZANEBÛN TÊ BIRÎN’

Li navenda Qamişloyê li nêzîkî goristana Keldanî, li ser taxa Şedwan, taxa ku herî zêde av lê qut dibe, Mihemed Ehmed got: "Çar meh e av negihaştiye taxa me. "

Şêxmûs hêvî dike ku "kesên berpirsyar dê çareseriyekê ji bo vê rewşa xerab bibînin. Li taxa me bi tevahî av lê tune ye û tişta balkêş ew e ku taxa cîran ku tenê 10 metre dûr e, av bi rêk û pêk digihêje. Em bawer in ku av bi zanebûn ji hêla hin kesan ve tê birîn.”

AV GERMAR E BIKÊRÎ ŞÛŞTINÊ JÎ NAYÊ

Ehmed xweziya xwe bi demên berê anî û got "Berê, me derdê avê nedihişand. Her ku krîz girantir dibe, em neçar in ku pêdiviyên xwe yên avê ji xwediyên tankeran bikirin. Lê av germar û nepak e, û heta ji bo serşuştinê jî bi kêr nayê."

‘XWEDIYÊN TANKERAN XEMA ME NAXWIN’

Ehmed mehê nîv milyon lîreyên Sûriyeyî li ser ava nepaqij xerc dike. Ew rojên berê bi bîr tîne û dibêje: "Berî vê krîzê, me nizanîbû tanker çi ne. Niha, em her du rojan carekê tankeke 1000 lîtreyî bi 50 hezar lîreyên Sûrî ijî dikin. Ez mehê nîv milyon lîre li ser ava germar xerc dikim, xwediyên tankerên avê xema me naxwin.”

Jinên taxa Şadwan û hevserokê komînê gilînameyek pêşkêşî Rêveberiya Avê kir, lê bersiv bi tenê ev bû: "Av tune ye, xwe bi xwe îdare bikin. "

"DILOPEK AV NEKETIYE TAXA ME"

Emîra Elûş li bendê ye ku ji ba cîranan  galonek avê tijî bike, û bi erebeyek zarokan avê dibe malê. Emîra dibêje: "Ev bû 5 meh ku dilopek av negihiştiye taxa me. Em rojane avê ji tankeran dikirin, mehê nêzîkî 1.5 mîlyon lîreyan xerc dikin."

Emîra bi hêrs berdewam kir: "Wan got emiyê ew ê pirsgirêk çareser bibe, lê tiştek neguherî, û av qet nehat. "

(k)

ANHA