‘Krîza li Rojhilata Navîn pir cidî ye’

Dozgeriya federal ê Belçîkayê Frédéric Van Leeuw, gelê Belçiyayê hişyar kir û got: “Dibe cardin êrîş bên kirin. Bi şerê filîstine re em ketine merheleyeke din.’’

‘Krîza li Rojhilata Navîn pir cidî ye’
27 cotmeh 2023   16:07
NAVEND NÛÇEYAN

Dozgerê federal Frédéric Van Leeuw ku bi Radyoya LN’ê re axivî û welatiyên belçîkayê hişiyar kir û got: “Dibe ku êrîş li Belçîkayê cardin çê bibin. îşaret pê kir ku pirsgirêka Filistînê wê pêşiya rojevê ketiye û got: ‘’Em ketine merheleyeke din.’’

Dozger bi dewamdarî wiha axivî: ‘’Em bi pirsgirêka Filistînêb û israyîlê ra ketine merheleyekê nû ku dibe cardin êrîş ji ber bandora li Rojhilata Navîn li ser cîhanê die”

Van Leeum îdia kir ku Îslamparêzî bi piranî ji ber hesta dîtina kêmê xwe û tecrîdê heye û ji lew ma zemîn ji teoriyên rastgir ên radîkal re çê dibe.

Li gor dozgerê federal, Belçîka asta gefa terorê bi demekê bike 3, wê bikare xwe biparêze û wiha got: ‘’Krîza li Rojhilata Navîn pir cidî ye.’’

Dozger dawiyê da zanîn ku 110 hezar koçber bêyî destûr li Belçîkayê ne û diyar kir ku piraniya 60 bersûcên êrîşên sala 2016’an, welatiyên Ewropayê bûne.