Li Reqayê 42 bazirgan û bikarhênerên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di çarçoveya hemleya “Tolhildana Şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir” de li Reqayê û gundewarên 42 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir hatine girtin, miqdareke çek, cebilxane û madeyên hişbirê yên bi wan re jî hatine desteserkirin.

Li Reqayê 42 bazirgan û bikarhênerên hişbirê hatin girtin
27 cotmeh, 2023   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Hesen têkildarî hemleya “Tolhildana Şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir” li navenda hêzê ya li Reqayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li ser esasê erka xwe ya exlaqî û pîşeyî ya li hember şehîdên me yên ji hêzên têkoşîna li dijî hişbirê ku li Hemze Begê di encama hedefgirtina balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn û ji bo piştrastkirina dilsoziya xwe û şopandina riya wan û fedekariyên ku wan dane, hêzên me ji bo civaka xwe ewle bike û hişbirê ji nav bibe, dest bi hemleya Tolhildana Şehîdên Hêzên Dijî Madeyên hişbir kir. Hemle 27`ê Cotmehê piştî nîvê şevê li bajarê Reqayê hat destpêkirin, bi ser cihên firoşkar, qaçaxçî û bikarhênerên hişbirê de hat gitin, 42 kes hatin girtin û hejmareke mezin ji madeyên hişbir di destê wan de hat desteserkirin.”

Li gorî daxuyaniyê, madeyên hatine desteserkirin ev in:

557000 Hebên kaptagon

60 kefên heşîşê

2 çekên kilaşînkovê

13 cercûrên kilaşînkov

3 damanceyên 9mm

5 narincok

6 Cercûrên damanceyê

10 çekên spî

Kirîstal mîs 2,700 kg

261 mermiyên kilaşînkovê

53 mermiyên eyar 9 mm

41 mermiyên BKS

amûrên bikaranîna hişbirê

23 telefon

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev gava yekemîn a tolhildana şehîdên êrişa Hemze Begê ye û hate gotin: “Dê hemle heta ewlekirina civaka me berdewam bike. Em rola gelê xwe di şerê li dijî madeyên hişbir de bi rêya agahdariyên ku didin hêzên me, bilind dinirxînin. Hevkariya mezin a navbera gel û hêzên me ji bo mayîndekirina aramî û îstiqrara herêmê bingeh e.”

(c)