Konvoya duyemîn a alîkariyan ji Tebqayê ber bi peravê ve bi rê ket

Kovoya duyemîn a alîkariyên mirovî ku duh gihaştibû Tebqayê îro ber bi herêma perava Sûriyeyê ve bi rê ket.

Konvoya duyemîn a alîkariyan ji Tebqayê ber bi peravê ve bi rê ket
Konvoya duyemîn a alîkariyan ji Tebqayê ber bi peravê ve bi rê ket
Konvoya duyemîn a alîkariyan ji Tebqayê ber bi peravê ve bi rê ket
Konvoya duyemîn a alîkariyan ji Tebqayê ber bi peravê ve bi rê ket
Konvoya duyemîn a alîkariyan ji Tebqayê ber bi peravê ve bi rê ket
Konvoya duyemîn a alîkariyan ji Tebqayê ber bi peravê ve bi rê ket
Konvoya duyemîn a alîkariyan ji Tebqayê ber bi peravê ve bi rê ket
12 nîsan, 2025   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovoya duyemîn a alîkariyên mirovî ya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom kiribû, roja pêncşemê (10 Nîsan) ji bajarê Qamişloyê ber bi kantona Tebqayê ve bi rê ketibû. Konvoya alîkariyan ku ji nêzî 14 hezar paketên xwearinê û pêdiviyên tenduristiyê û ard pêk tê duh (În 11 Nîsan) gihaştibû Tebqayê. Konov vê sibehê ji deriyê Tebqayê ve ber bi herêma peravê ve bi rê ket.

Alîkarî wê li mexûrên komkujî û şerê di navbera çekdaran û hêzên desthilata Şamê de werin belavkirin.

Konvoya yekemîn ku ji aliyê însiyatîfên gel ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi beşdariya Hevya Sor a Kurd û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatibûn komkirin, 17’ê Adarê ber bi herêma perava Sûriyeyê bi rê ketibû.

Di navbera 7-10’ê Adarê de êriş û komkujiyên mezin li herêma perava Sûriyeyê hatin kirin. Li gorî daneyan, di encamê de hezar û 676 kes hatin kuştin. Li gorî şahidan komkujî hîna têne kirin.

(bb)

ANHA