Ukrayna: Rûsyayê bi 88 dronan êriş kir

Hêzên hewayî yên Ukraynayê ragihand wan ji 88 dronên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine şandin, 56 dron xistine xwarê.

Ukrayna: Rûsyayê bi 88 dronan êriş kir
12 nîsan, 2025   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hewayî yên Ukraynayê îro ragihand ku wê ji 88 dronên ku hêzên Rûsyayê şevê din avêtine welat, 56 dron xistine.

Di daxuyaniya Hêzên Hewayî yên Ukraynayê de hate gotin, 24 dron piştî ku artêşê bi rêyên elektronîk berê wan da guherandin, winda bûn.

Li gorî çavkaniyên ragihandinê yên Ukraynayê, li 5 herêmên navîn, rojhilat û başûrê Ukrayanyê zirar çêbûne.

(bb)