Kongra Star dewreyek taybet bi mêran bi dawî kir

Komîteya Perwerdê ya Kongra Star dewreyeke perwerdê ku tê de 29 mêr beşdar bûn bi dawî kir. Dewre li ser jiyana hevbeş a di navbera mêr û jin de, avakirina civekekê li ser bingeha edalet û wekhevî dûrî zayendperestiyê û zihniyeta baviksalariyê be, hat birêvebirin.

29 cotmeh, 2025   23:20
HESEKÊ

Akademiya Şehîd Perwîn a girêdayî Komîteya Perwerdê ya Kongra Star dewreyeke taybet bi mêran bi navê "Şehîd Nûreddîn Sofî" bi beşdariya 29 kesên ji tevahî sazî, meclisên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, yekitî û saziyên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dar xist.

Dewreyê 30 rojî dom kir û bi armanca perwerdeya li ser jiyana hevbeş dûrî zihniyeta baviksalarî û desthilatdariyê, avakirina civakeke azad li ser bingeha edaletî di navbera mêr û jin de, hat birêxistinkirin.

Di bernameya perwerdeyê de waneyên îdeolojî yên têkildarî dîroka jinê, jineolojî, semînerên li ser zayendperestiyê di civakê de hatin dayîn.

Di şahiya bidawîkirina dewreyê de endamên saziyên sivîl, meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kongra Star amade bûn. Piştî deqeya rêzgirtinê, ji hêle kesên tev li perwerdeyê bûne helbest hatin xwendin û li ber stranên şoreşgerî û gelêrî govend hat gerandin.

(fr)